Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn 2021-05-12 09:00:21 AMED - Li Bazara Semtê ya Jiyanê, zext û zoriyên bazarvanên mêr ên li bazarvanên jin didomin û zabiteyên girêdayî şaredariya navçeyê jî di bin navê "bexşê" de pere berhev kirine. Jinan, anî ziman ku ew naxwazin esnafên mêr bên bazarê û li aqûbeta pereyên hatine berhevkirin pirsîn.  Li navçeya Rezanê şaredariya BDP'î di sala 2013'an de bazara jinan a bi navê Bazara Semtê ya Jiyanê ava kiribû. Lê belê bazarvanên jin, 9 sal in bi tahde û gefên bazarvanên mêr re rû bi rû ne.    Vê dawiyê Şaredarê AKP'î yê Rezanê Huseyîn Beyoglû, biryar girt ku 700 mêr li Bazara Semtê ya Jiyanê bi cih bibin. Piştî vê biryarê dê cihê dezgehên jinan ji 4 metrekareyan bikin 3 metrekare. Dê biryar di 18'ê Gulanê de zelal bibe.    ZABITE PEREYAN BERHEV DIKIN    Her wiha zabiteyên girêdayî şaredariya navçeyê, ji her esnafeke jin a bazarê hezar û 500 TL pere stendin. Zabiteyan tevî rêvebirên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Bazarvanên Jin a Rezanê bi giştî 204 hezar TL pere berhev kirin. Hat gotin ku ev pere di bin navê "bexşê" de hatine berhevkirin. 50 jinên bazarvan têkildarî vê mijarê serî li Midûriyeta Polîsan a Amedê dan û xwestin aqûbeta pereyên hatine berhevkirin hîn bibin.   Esnaf Nûrdan Saltûk got: "Zabite hezar û 500 TL pere ji me xwestin. Gotin 'kî nede dê ji bazarê bê derxistin.' Me pere dan, lê paşê me dît ku li ser meqbûzê 'bexş' nivîsîne. Me ji seroka komeleyê pirsî. Got, pere bexşî şaredar kirine. Em ji şeveqê heya êvarî dixebitin, radibin pereyan didin şaredar. Ev pere bi ku de çûn?"    Saltûk, destnîşan kir ku naxwazin bazarvanên mêr bên bazarê.   JI FEQÎRAN DISTÎNIN DIDIN ZENGÎNAN    Bazarvan Rûkiye Bakiş, anî ziman ku ji ber qedexeyê barê wan girantir bûye. Bakiş jî ji bo pereyê ji wan hatiye stendin got: "Gelek hevalan an perê halê nedan an jî çûn deyn kirin. Diviyabû şaredariyê aliyê me bikira, lê radibe pera ji me distîne. Tiştekî sosret e. Seroka komeleya me jî bû Robîn Hood, lê berevajî wî dike. Ji feqîra distînin didin zengînan. Hin hevalên me hene, heftê 50 lîre bi dest wan nakeve. Armanca wan, jinan bişînin malê."    ‘BAZARA JINAN A JINA YE'    Esnafa bazarê Derya Kaya jî anî ziman ku di rêvebiriya komeleyê de cih digire, lê belê bêyî bi wan bişêwirin ev biryar hatiye girtin. Kaya got: "Dibêjin bazar bêkêr e, lewma wisa dikin. Em naxwazin mêr bên vê bazarê. Em li benda alîkariyê ne."    Zerînaz Tabû jî got: "Çima mêr çav berdane nanê me? Em çav bernadin nanê tu kesî. Em naxwazin mêr bên bazara me. Ji bo wî pereyî jî, min çû deyn kir. Paşê gotin ji bo 'bexşê' ye. Diviya bû wan bida me, lê radibin ji me distînin."