Li Dersimê jinek bi tundiya sîstematîk re rûbirû ma 2021-05-17 10:19:43 DERSIM – Li navçeya Xozatê, jina 22 salî E.A. 7 mehan ji aliyê Oktay Guler ve hat desteserkirin, tundî lê kir û bi destdirêjiya wî re rûbirû ma. Li ser gilîkirinê Guler hat binçavkirin.    Li gundê Kilîse ya bi ser navçeya Xozata Dersimê ve E.A. (22) ku bi Oktay Guler (27) re dijiya 7 mehan hat desteserkirin û bi tundî, gef û destdirêjiyê re rûbirû ma. E.A. ya 7 mehan desteserkirî ma agahî da bavê xwe û li ser vê yekê tiştên hatine serê wê derketin holê.    E.A. di 14’ê gulanê de çû Fermandariya Cendirmeyan a Xozatê û giliyê Oktay Guler kir û li ser vê yekê cendirmeyan Guler binçav kir. Lê ji berk u E.A. tirsiya derbarê Guler de îfade neda. Ji ber vê yekê derbarê Guler de biryara dûr xistinê hat dayîn.    TUNDÎ, DESTDIRÊJÎ Û GEF    Platforma Jinan a Dersimê çû mala E.A. û serdana wê kir. E.A. destnîşan kir ku ji ber ew tirsiyaye derbarê Oktay Guler de gilî nekiriye û got: “Tenê derbarê wî de biryara dûrxistinê dan û serbest berdan. Ez çûm nexweşxaneya dewletê ya Dersimê û min rapora lêdanê wergirt. Êvaran min dixist odeyê, derî li ser min radida û bi zincîrê lingê min girê dida. Ez her tim bi tundiya fizîkî, destdirêjî û gefên wî re rûbirû mam. Em bi dayik û bavê wî re li heman malê diman. Lê belê tevî ku em li malekê diman jî nedihişt ku ez dayik û bavê wî bibînim.”    E.A. duh dîsa çû Fermandariya Cendirmeyan a Xozatê û derbarê Guler de gilî kir. Li ser vê yekê Guler hat binçavkirin û hêj di binçavan de tê ragirtin.    Platforma Jinan a Dersimê diyar kir ku ew ê ji bo E.A. piştevaniya hiqûqî û derûnî bike.