Li Mereşê jinek hat kuştin 2021-05-18 13:52:28   MEREŞ - Li navçeya Bazarcixa Mereşê Gulendam Goz ji aliyê zilamê bi navê Erdal Bozdere yê hevbardabûn ve hat kuştin.    Li taxa Ahmet Bozdag a navçeya Bazarcixa Mereşê ve Gulendam Goz (41) ji aliyê zilamê bi navê Erdal Bozdere (41) yê hevberdabûn ve hat kuştin. Bozdere, bi çekê bi ser mala Goz de girt û ew kuşt. Bozdere piştî kuştinê xwe jî kuşt. Cîranên ku dengê çekê bihîstin polîs agahdar kirin. Li ser vê yekê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê tespît kirin ku Erdal Bozdere û Gulendam Goz jiyana xwe ji dest dane. Piştî lêkolîna cihê bûyerê tîmên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî.