Jinan careke din banga ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ kirin 2021-05-18 14:28:50   DERSÎM - Jinan di roja 500’emîn a windakirina Gulistan Dokû de careke din pirsa “Gulîstan Dokû li ku ye?” kir.    Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê, ji ber roja 500’emîn a windakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû li ser Pira Dînarê ku Dokû herî dawî lê hatibû dîtin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’ê ya Dersîmê Nûrşat Yeşîl axivî. Yeşîl, diyar kir ku polîsên ku wan bi nêz ve dişopînin 500 roj in Dokû nedîtine û wiha got: “Ev der bajarekî ku her derê wê bi kamerayan tê şopandin û hema bêje serê mirovî polîsek dikeve û 35 hezar nifûsa wê heye. Piştî ku Gulistan winda bû li gorî usûlê lêpirsîn nehat birêvebirin. Lêpirsîn tenê li ser xwe kuştinê hat birêvebirin. Lê di asta ku hatine, têkildarî vê yekê tiştek derneket holê. Gelek caran li vir lêgerîn hatin kirin. Ligel ku noqavan diyar kir ku Gulistan ne di golê de ye jî bi israr di golê de lê geriyan.”   ‘GULISTAN DOKÛ LI KU YE?’   Yeşîl, bertek nîşanî pêşneketina lêpirsînê da û wiha axivî: “500 an hezar roj jî derbas bibin em ê pirsa xwe ya ‘Gulistan Dokû li ku ye’ bidomînin. Ji bo ku Gulistan heman rewşê nejîn, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ev bar wê her tim li ser milên me be. Em dest ji pirsînê bernadin.”   Jinan piştî daxuyaniyê li ser Pira Dînarê balonên rengîn firandin.