Li Qayseriyê jinekê ji aliyê zilamekê ve hat qetilkirin 2021-05-20 14:51:04   QAYSERÎ – Li Qayseriyê, bi hinceta ku daxwaza wî ya hevaltiyê red kiriye zilamê bi navê Tolga Temûr, jina bi navê Arîfe Nûr Sarioglû qetil kir.    Li taxa Mevlana ya navçeya Talasê yê Qayseriyê, bi hinceta ku daxwaza wî ya hevaltiyê red kiriye zilamê bi navê Tolga Temûr (29) mamosteya bi navê Arîfe Nûr Sarioglû (26) qetil kir. Temûr piştî Sarioglû qetil kir hewl da dawî li jiyana xwe bîne. Piştî agahdarkirina welatiyên li derdorê polis û tîmên tenduristiyê sewqî cihe bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê cenazeyê Sarioglû ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Talasê û kujer Temûr ku giran birîndar bû jî rakirin Nexweşaneya Zanîngeha Erciyesê.