Li Farqînê jinekê hewl da întîhar bike 2021-05-21 08:50:34 AMED - Li gundê Fêra yê navçeya Farqînê jina bi navê M.Ş. hewl da dawî li jiyana xwe bîne.  Li gundê Fêra yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve jina bi navê M.Ş. (24) ji ber sedemek nayê zayê zanîn hewl da dawî li jiyana xwe bîne. Piştî ku malbata wê ferq kir M.Ş. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Di encama mudaxileya tibî de M.Ş. bi ser hişê xwe ve hat û piştî ku rewşa wê baş bû, carek din wê bi malbatê re şandin gund.