Li Wanê kuştina biguman a jinekê 2021-06-02 13:53:35   WAN - Jina bi navê Rabîa Bîlgîn li navçeya Artemêtanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.   Jina bi navê Rabîa Bîlgîn a 65 salî duh li Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtan a Wanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Mirovên Bîlgîn cenazeyê wê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Heremê ya Wanê û piştî kirariyên otopsiyê xelas bûn li Goristana Suphanê veşartin.