Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da 2021-06-03 13:20:19   SAMSÛN - Zilamê bi navê O.S. ê li navçeya Îlkadimê ji girtîgehê bi destûr derket, tundî li dayika xwe kir.    Zilamê bi navê O.S. ê li taxa Fatîh a navçeya Îlkadim a Samsûnê ji girtîgehê bi destûr derket, tundî li dayika xwe S.S.’yê kir. Li ser vê yekê kesên derdorê agahî dan polîsan û polîsên ku hatin cihê bûyerê, bersûc ji cihê xwe veşartî binçav kirin. Piştî kontrolên tenduristiyê O.S. teslîmî Buroya Tundiya Navxweyî ya Malbatê hat kirin. S.S.’yê diyar kir ku kurê wê her tim tundiyê lê dike û anî ziman ku kurê gefa kuştinê lê xwariye.