‘Fakulteya Jineolojiyê ji bo jinên cîhanê destketinek mezin e’ 2017-10-04 09:21:01 STENBOL - Jinên li Tirkiyeyê têkildarî girîngiya Fakultaya Jineolojî ya li Rovaja hat vekirin û li cîhanê yekemîn e diyar kirin ku ji bo jinên cîhanê destketinek mezin e û ji bo jinên Tirkiyeyê jî modelek e. Jinên li Rojava rola jiyanek nû girtin e ser milê xwe. Jinên li Rojava têkoşiyan, niha jî Fakulteya Jineolojiyê ava kirin. Jin bi  atolyeyên Jîneolojiyê yên li cîhan û Tirkiyeyê ava kirin, dixwazin rastiya dîroka veşartî ya jinê derbixin holê. Jin difikirin ku ew ê bi avabûna fakulteyê re rastiya zanistî jî derbixin holê.     Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) a Stenbolê Gulçîn Aykul, diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo jinên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî girîngiyek mezin e. Aykul, bal kişand ser qanûnên alîgirên jinan ên li Rojava, avabûna komînên jinan û hêza jinan a parastina cewherî. Aykul, da zanîn ku bi avakirina Fakultaya Jineolojiyê re, dê qada zanistiyê jî li ber jinan vebe û wiha axivî: “Ev ji bo me hêviyek mezin e. Ji Rojava heya Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê heta Kurdistanê em pira têkoşîna azadiya jinan ava dikin.”      ‘JI BO JINÊN TIRKIYEYÊ MODEL E'   Aykul, dest nîşan kir ku Fakulteya Jineolojiyê ji bo jinên Tirkiyeyê jî modelekê ava dike û wiha got: “Mijara Jineolojiyê li Tirkiyeyê jî tê lêkolînkirin. Lê hîna bingeha wê ya zanistî nehatiye avêtin. Ji bo ceribandinê em dikarin di pêvajoya pêş de pêngavekê biavêjin.”    ‘EM FAKULTEYA JINEOLOJÎ SILAV DIKIN’   Endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Ozge Dogan, jî diyar kir ku li Rojava jinan şoreş ava kir û wiha axivî: “Em dizanin ku jinên çûn ser wê erdnîgariyê şer kirin, ev şoreş şoreşa jinê ye. Avabûna Fakulteya Jineolojiyê ne tenê ji bo jinên çekan dixin destên xwe, dê bîrdoziya şoreşa jinan jî li gelê Rojava û Rojhilata Navîn bidin nasandin. Ev gavek pir pêşketî ye. Ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava ji vir jî gelek jin çûn beşdarî şer bûn. Jinên mîna Sarya Ozgur ji bo gelê kurd û azadiya Rojava çûn û şehîd ketin. Em Fakulteya Jineolojiyê silav dikin. Ji bo bi heman pîvanan, di heman astê de em bîrdoziya jinan li vê erdnigariyê belav bikin, em ê têbikoşîn. Em vê pêngavê bi kêfxweşî û hêviyek mezin pêşwazî dikin.”     ‘JI BO JINÊN CÎHANÊ DESTKETINEK MEZIN E’    Endama Tevgera Jinên Demokratîk (DKH) Kivilcim Arat jî, anî ziman ku jinên Rojava têkoşîna jinan a sed salan, gihandin astek mezin û wiha axivî: “Jinên Rojava mîrateyek girîng ji jinên cîhanê re hiştin. Avabûna Fakulteyê ji bo jinên cîhanê destkeftiyeke mezin e. Dê ji nû ve dîroka jinê bê nivîsandin. Jinên Rojava yên di vê Fakulteyê de mezûn bibin, dê di saziyên xwe de bixebitin. Ev jî mijarek girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku dê dîrok vê pêşdîtina me bi demê re piştrast bike.”