Bûldan bi jinên karkerên tekstîlê re civiya 2021-06-15 14:51:32   EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê bi karkerên tekstîlê re hat gel hevdu û da zanîn keda karkeran ji aliyê kesên welat bi rê ve dibin ve tune tê hesibandin û got:"Em ê bi hev re bi ser bikevin."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinan Re Na" hatina gel hevdu ya bi jinan re didomîne. Meclîsa Jinan vê carê çû serdana karkerên jin ên li Atolyeya Tekstîlê ya li taxa Fevzî Paşa Efeler a Seyhana Edeneyê dixebitin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Tulay Hatimogullari, Fatma Kurtulan, Hevseroka SYKP Canan Yuce û gelek jin beşdarî serdanê bûn. Bûldan û şandeya xwe bi jinan re axivîn û li pirsgirêk û pêşniyazên wan guhdar kirin. Pişt re Bûldan daxuyanî da çapemeniyê.    'EM Ê DENGÊ JINAN BIDIN RAGIHANDIN'    Bûldan têkildarî kampanyayê agahî da û wiha got: "Ez hezkirin û rêzdariya xwe nîşanî we didim. Ez di kar û xebatên we de qewetê ji we re dixwazim. Ez li ser navê partiya xwe û heyeta xwe wekî meclîsa jinê li vir im. Di çarçoveya "Ji Xizaniya Jinê re Na" sibehê jî li Hatayê em ê biçin serdana karkerên jin. Em bi vê boneyê îro li vir in û bi we re ne. Îro li Tirkiyeyê bi milyonan karker û kedkar ên dixibitin û berdêla keda xwe nagirin hene. Loma em hewil didin dengê jinên kedkar li TBMM'ê û bi raya giştî bidin bihîstin."   'RÊVEBERÊN WELAT KEDA JINAN TUNE DIHESIBÎNIN'    Bûldan da zanîn ku keda karkeran ji aliyê kesên welat bi rê ve dibin ve tune tê hesibandin û got: "Ji bo em pirsgirêkên karkeran çareser bikin em têdikoşin. Di şerdên pandemiyê de pirsgirêk zêde bûn. Bi taybet di sal û nîvek dawî de jin di bin şerdên dijwar de dixebitin. Em îro ji bo pirsgirêk û daxwazên jinên kedkar ragihînin em li vir in. Em amade ne li we guhdar bikin. Keda we û dilê we sax be. Ez dîsa baweriya xwe ya ku em ê bi ser bikevin tînim ziman."   Piştî daxuyaniyê şandeya HDP'ê ji kargehê veqetiya.