Jinan li Semsûrê qetilkirina Poyraz şermezar kirin 2021-06-25 15:22:53 SEMSÛR - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê li Semsûrê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kirin.     Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê êrişa li dijî avahiya HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz protesto kirin. Meclîsa Jinan li ber avahiya HDP’a Semsûrê daxuyanî dan û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyanê bûn. Wêneyên Poyraz û pankarta “Denîz Poyraz nemir e” û “HDP Denîz e û hûn nikarin ziwa bikin” hatin hildan.    PROVOKASYON   Di kêliya wê daxuyanî bihata dayîn de kesek nijadperest îşareta gurgeboz kir û qîra “tekbîr” da. Polîsan mudaxileyî vî kesî nijadperest nekir û paşê ev kes bi erebaya xwe li qorneyê da û ji cihê daxuyaniyê dûr bû. Jinan bertek nîşanî polîsan û kesê nijadperest dan.    Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê Yeşîm Akgul daxuyanî da û destnîşan kir ku wê ev pêvajo wiha neçe, dê vê pergalê xera bikin û ew dixwazin komkujî û êşên bi serê gelê kurd ve tên bi dawî bibin.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê jinan li avahiya HDP’ê “Pirtûkxaneya Denîz Poyraz” çêkirin.