Li Stenbolê mirina biguman a jinekê 2021-06-28 10:21:40   STENBOL - Li navçeya Bahçelîevlerê jina bi navê Hulya Karabûl bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.    Jina bi navê Hulya Karabûl (39) ku ji qata 6’an a avahiyeke li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê bi awayekî biguman ket, jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê şêniyên avahiyê tîmên tenduristiyê û agirkujiyê agahdar kirin. Xebatkarên tenduristiyê di lêkolîna cihê bûyerê de diyar kirin ku Karabûl jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînê cenazeyê Karabûl rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnayê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.