Sibê li çar aliyên Tirkiyê wê jin ji bo Peymana Stenbolê dakevin qadan 2021-06-30 10:44:23   STENBOL - Di 1’ê tîrmehê de wê Peymana Stenbolê ji meriyetê were rakirin. Li dijî vê heman rojê wê jin li çar aliyên Tirkiyê dakevin qadan û li dijî fesixkirina peymanê derkevin.    Peymana Stenbolê ya ku pêşî li her cûre tundiya li ser jinan digire li Tirkiyê hatibû fesixkirin. Sibê ango di 1’ê tîrmehê de wê peyman ji meriyetê were rakirin. Jinan xwestibû ku ev biryara fesixkirinê û rakirina peymanê ji meriyetê were sekinandin. Lê Şûreya Dewletê daxwaz û serlêdana jinan red kir.    Jinên li çar aliyê Tirkiyê sê meh in li ser pêya ne û li qadan û hemû platforman nerazîbûna xwe ya li dijî fesixkirina peymanê anîn ziman. Jin ji bo ku di 1’ê tîrmehê de dakevin qadan û li dijî biryara rakirina peymanê ji meriyetê dê nerazîbûnên xwe bînin ziman. Li ser banga Grûpa Kampanya Peymana Stenbolê Bisepîne bi dirûşma “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin, em jiyanê disekinînin” wê jin sibê li çar aliyê Tirkiyê çalakiyan li dar bixin. Li Stenbolê wê jin sibê saet li heftê êvarê li Tunela Taksîmê bicivin û meş li dar bixin.    Endama Jinên Azad ên Ciwan Hîvda Selen, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Stenbolê Beser Çelîk û endama Komleya Dema Jinan e Newroz Unverdî bal kişandin ser fesixkirin û rakirina meriyeta Peymana Stenbolê û bang li jinan kirin ku sibê li her deverê Tirkiyê derkevin qadan û wê jin peyama “Em îteet nekin” bidin.