Ji bo tawanbarê beşdarî danişînê nebû daxistina 'rewşa baş' 2021-06-30 11:38:59     HATAY - Ji bo zilamê ku li Îskenderûnê tundî li hevjîn xwe dikir, ligel ku beşdarî danişînê nebû jî, daxistana “rewşa baş” hat sepandin.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê jina bi navê A.K.A, rastî tundiya daîmî ya hevjînê xwe M.A.A. dihat. Ji sûcê “birîndarkirina sivik” ceza li M.A.A. hatibû birin. Îtîraza cezayê li M.A.A. hatibû birîn hat qebûlkirin û ji nû ve dest bi darizandinê hat kirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Îkenderûnê, di danişîna biryarê ya di 5’ê Sibata 2021’an hat dîtin de, dosya lêkolîn kir û ligel ku tewanber beşdarî danişînê nebû jî, “rewşa wî ya baş” li ber çavan girt û bi sûcdariya “birîndarkirina sivik” tenê 120 roj cezayê girtîgehê lê birî.   Dadgeha ku ev cezayê girtîgehê veguherandan cezayê pere, biryar dabû ku pêkanîna ceza bê paşvexistin. Bersûc piştî vê biryarê, cardin tundî li A.K.A kir û xwest wê bi kuje. A.K.A. li ser vê yekê bi rêya parêzerên xwe biryar îtîraz kir. Piştre derbarê bersûc de biryara dûrxistinê hat dayîn. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Îskenderûnê, hikmê da bû xirab kir û ji nû ve dest bi darizandina bersûc kir.    Doza ku bi sûcdariya “Bi zanebûn hevjîna xwe birîndar kirin” dewam dike, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Îskenderûnê hat dîtin. A.K.A û bersûc M.A.A. û parêzên wan beşdarî danişînê bûn. M.A.A. yê parastina xwe kir, sûcdariyên li ser xwe red kirin.   TUNDIYA DAÎMÎ   A.K.A. jî, di parastina kir de, da zanîn ku ji sala 2017’an de bi awayekê daîmî rastî tundiya M.A.A. tê û xwest bê cezakirin. Dozger jî piştî parastinan mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest bersûc bi sûcdariya “Bi zanebûn hevjîna xwe birîndar kirin” bê cezakirin.   Şandeya dadgehê bi sûcdariya “bi zanebûn hevjînê xwe birîndar kirin” 120 roj cezayê girtîgehê li bersûc birî. Dadgehê cezayê bersûc zêde kir û derxist 180 rojan. Şandeya dadgehê dûre daxistina “rewşa baş” û cezayê bersûc daxist 150 rojan.   Dadgehê herî dawî jî, cezayê da bersûc veguherand cezayê perê yê edlî.