HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya 2021-06-30 15:40:28   ENQERE - Piştî CHP û ÎYÎ Partiyê HDP jî biryara vekişîna ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan da.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiya. Piştî CHP, ÎYÎ Partî û HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tundiya Li Ser Jinan vekişiyan, di komîsyonê de tenê AKP û MHP man. Wê parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û Semra Guzel ên di Komîsyonê de cih digirtin têkildarî mijarê civîna çapemeniyê li dar bixin.