Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû 2021-07-01 08:46:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Peymana Stenbolê ku bi armanca tundiya li ser jinê û nava malê asteng bike hatibû îmzekirin, ji meriyetê hat rakirin.     Peymana Stenbolê ya weke “Peymana Konseya Ewropayê ya Têkildarî Astengkirina Tundiya Nava Malê û Tundiya li Ser Jinê û Têkoşîna bi Van re” tê zanîn û bi armanca tundiya li ser jinê û nava malê asteng bike, peybikeve û ji holê rake hatibû îmzakirin, bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di 20’ê Adarê de di şevekê de hatibû fesixkirin. Di 1’ê tîrmeha 2021’an de biryara peymanê ya rakirina ji meriyetê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.    Ji 1’ê tîrmehê yanî ji îro şûn ve Peymana Stenbolê ji meriyetê rabû.