Li Îzmîrê polîsan êrîş bir ser jinan 2021-07-01 19:07:35   ÎZMÎR- Li Îzmîrê jin ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan. Polîsan mudaxileyî jinan kir. Jinan bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bersiv dan polîsan.   Jinên li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancak a Îzmîrê li hev kim bûn, polîsan barîkat danîn pêşiya wan. Jinan bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bersiv da polîsan. Her wiha jinan li hemberî barîkatên polîsan milê xwe xistin milê hev du û pêşî li ber barşkatan girtin.   Berxwedana jinan a li dijî barîkatên polîsan didome. Jinên li dijî barîkatan bi berzkirina dirûşmeyan dimeşin, polîs bi gazê êrîşê dibe ser wan. Polîsan dest danî ser pankartên jinan.   Berxwedana jinan didome.