Meşa li Kolana Îstiklalê dest pê kir: Em dev jê bernadin 2021-07-01 20:36:32   STENBOL – Bi hezaran jinên ku li Qada Tunelê li hev kom bûn, tevî hemû mudaxileyên polîsan jî ber bi Komeleya Îstiklalê ve meşiyan. Jinan nerazîbûna xwe ya ji bo betalkirina Peymana Stenbolê anîn ziman û bertek nîşan dan.    Bi hezaran jin, bi bangawaziya Koma Kampanyayê ya Pêkanîna Peymana Stenbolê bi dirûşmeya "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, em jiyanê radiwestînin" li Tunela Taksîmê li hev kom bûn. Jinan dirûşmeyên "Em bêdeng nabin, em natirsin, em serî natewînin", "Qethiyen tu yê bi tenê nemeşî, "Hê ev destpêk e, têkoşîn", "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin", "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Jinan bi pîspîskan û çepikan biryara fesixkirina peymanê şermezar kirin. Jinan di meşê de wêneyên Denîz Poyrazê û jinên bi destê zilaman hatine kuştin hilgirtin.    ‘EM VÊ BIRYARÊ NAS NAKIN'    Bi hezaran jinên ku li Tunelê li hev kom bûn, pankarta li ser "Em dev ji Peymana Stenbolê Bernadin" vekirin. Jinan, destnîşan kir ku bi fesixkirina peymanê re dewletê azadiya tahdekirinê daye mêran û gotin: "Têkoşîna me, îsyana me, piştevaniya me li her derî ye. Dewlet li cem kesên ku dibêjin em zarokên xwe di temenekî biçûk de bizewicînin cih girtiye. Em elimandî ne ku ji bo mafên xwe û azadiya xwe cîhanê bihejînin. Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Em biryara yekzilamî nas nakin."    Jinan, destnîşan kir ku tekane armanca devjêberdana ji peymanê sergirtina tahdeya li nav malê ye û gotin: "Zilam lê dide, dewlet jî diparêze."    JINÊN HATIN KUŞTIN HATIN BIBÎRANÎN    Paşê jinan navê jinên ku bi destê zilaman hatine kuştin yeko yeko gotin û gava nav hatin bilêvkirin girseyê bi hev re got "em li vir in."    Bi hezaran jin tevî dowîzên di dest xwe de bi berzkirina dirûşmeyan li Kolana Îstiklalê dest bi meşê kirin.