Jin barîkatan derbas dikin û dimeşin 2021-07-01 21:58:22   STENBOL - Bi hezaran jinên ku li Qada Tunelê li hev kom bûn, barîkatên polîsan derbas kirin û li Kolana Îstiklalê meşiyan. Di rageşiya rû da de, jinan dest danîn ser mertal û kaskên polîsan.    Bi hezaran jinên ku bi bangawaziya Koma Kampanyayê ya Pêkanîna Peymana Stenbolê tevî hemû astengiyan jî bi dirûşmeya "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, jiyanê radiwestînin" li Kolana Îstiklalê Meşiyan. Jinan bi berzkirina dirûşmeyan barîkatên ewil ên polîsan derbas kirin û heya Konsolosxaneya Rûsê meşiyan. Li vir, polîsan cardin pêşiya wan birî û jinan bi dirûşmeyan helwesta polîsan şermezar kir.    Paşê polîsan hewil da bi mertalên xwe pêşiya polîsan bigirin. Ji ber vê di navbera jinan û polîsan de rageşiyek rû da. Jinan zor dan barîkatan û bi vî awayî meşiyan û di vê rageşiyê de jinan dest danîn ser mertal û kaskên polîsan. Polîsên ku mecbûr man paş ve vekişin, xwestin pişt bariyerên hesin ên mezin.   Piştî demekê polîsan bi gaza îsotan û guleyên plastî mudaxileyî jinan kirin. Lê jinan dîsa terka qadê nekir û niha bi dirûşmeyan mudaxileya polîsan protesto dikin.