Hevberdevka HDK’ê Demîr: Em ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin 2021-07-02 12:26:36   STENBOL – Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di civîna Meclîsa Jinan a HDK’ê de diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin.    Cviîna 1’emîn a Serdema 11’emîn a Meclîsa Jinan a Giştî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navenda xwe ya giştî ya li Taksîma Stenbolê li dar xist. Li cihê civînê pankarta ji bo bîranîna qurbaniyên Hotêla Madimakê hat daliqandin.    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di destpêka civînê de axivî û got ew di destpêkê de qûrbaniyên Komkujiya Sêwazê bibîr tînin û piştî komkujiyê berpirsiyar nehatine cezakirin û hatine xelatkirin. Demîr da zanîn ku dîroka Tirkiyê dîroka komkujiyan e û Tirkiye bi komkujiyên qewimîne tê nasîn.    TEMENÊ ÎQTDARÊ KURT E    Demîr qetilkirina Denîz Poyraz bi bîr xist û ev qetilkirin dide nîşandan ku hevkariya çete, dewlet û mafyayê bi hev re heye û berxwedan û têkoşîna jinan dide nîşandan ku temenê vê îqtidarê kurt e. Demîr bal kişand ser hewldana girtina HDP’ê û got HDP partiya bi milyonan însan e û wê bi milyonan kes li pey vê fikra HDP’ê biçin.    DÊ TÊKOŞÎNA XWE MEZINTIR BIKIN    Demîr destnîşan kir ku ew di pêvajoyek pir cidî de derbas dibin û feqîrî, dizî û komkujî li her deverê pêk tên û ew ê tu carî feqîrkirina xelkê, dizî û komkujiyan qebûl nekin û di vir de wezîfeyek mezin dikeve ser milê HDK’ê. Demîr anî ziman ku HDK navenda têkoşîna mafparêziyê ye û wê di vê serdema nû de dem dema HDK’ê ye û wê têkoşîna xwe ya hevpar li qadan mezintir bike.    Piştî axaftina Demîr civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.