Di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin 2021-07-02 16:51:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora KCDP’ê di meha hezîranê de 18 jin hatin kuştin û 20 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora daneyên têkildarî kuştina jinan ên meha hezîranê belav kir. Li gorî raporê di meha hezîranê de 18 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.    Di raporê de hat diyarkirin ku ji van 18 jinan 10 ji wan ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jê ji aliyê xizmên xwe ve, 2 jê ji aliyê nasên xwe ve, yek jê ji aliyê bavê xwe ve, yek jê jî ji aliyê hevalê xwe ve yek jê jî ji aliyê hevalê xwe yê berê û yek jê jî ji aliyê zilamê ku hevberdan ve hatine kuştin.