Ji Taksîmê bang li Serokkomar kirin: Tayyîpp te ev xwest! 2021-07-03 09:03:26   STENBOL - Jinên ku li Taksîmê li hev kom bûn û careke din destnîşan kirin ku dê dev ji tu destkeftiyên xwe bernedin, ji Serokkomar re jî gotin: "Tayyipp te ev kuçeyên biçirûsk bijartin!"    Bi biryara Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, Tirkiye di 1'ê Tîrmehê de bi temamî dev ji Peymana Stenbolê berda. Di 1'ê Tîrmehê de jin, li dijî vê biryarê daketin kuçe û kolanan û ji rayedaran re gotin: "Êdî bes e, hizûr mizûr ji we re tune ye!"    Li qada çalakiyê (Tunela Taksîmê) me mîkrofon da ber devê jinên li hev kom bûbûn.    NE LURUF DESTKEFTÎ YE    Seray Mertoglû: Peymana Stenbolê ne lutfa tu kesî ye, peymaneke ku bi têkoşîna jinê bi dest ketiye. Gava peyman hebû jî jin dihatin kuştin, nedihat pêkanîn. Lê şev nîvê şevekê ji aliyê zilamekî ve hat betalkirin. Helbet em ê bêdeng nemînin. Em ê ji bo vê bitêkoşin. Duh çawa me bi têkoşînê ev peyman bi dest xist, em ê niha jî bitêkoşin. Em bawer dikin ku em ê bi têkoşînê mafên xwe yên hatine xespkirin bi dest bixin. Û dê ji niha û pê ve jiyan wisa bidome, bila li qisûrê nenêrin dê nikaribin jiyana me xesp bikin. Dê nikaribin me hespî malê bikin. Dixwazin pergala bi navê malbatê biparêzin. Em ê jî hepsî nava vê pergalê nebin. Em ê ji bo wekhevî û azadiyê bitêkoşin.    DÎWARÊN TIRSÊ TÊN RÛXANDIN    Lutfiye Bozdag: Êdî kes ji îqtidarê bawer nake. Tim derewan dike. Peyman, jinan diparast. Tahdeya li jinan tê kirin, destdirêjî her roj zêde dibe. Feraseta baviksalarî kiryaran diparêze û jinan hîn bêtir mexdûr dike. Ez wisa bawer dikim dê cinayet zêde bibin. Dev ji vê peymanê berdin jî bernedin jî dê jin dakevin kuçeyan û bitêkoşin. Wekî hûn dizanin piştî 12'ê Îlonê ewilî jinan dîwarê tirsê rûxandibûn. Jinên xizmên wan girtî daketibûn kuçeyan û doza mafên xwe kiribûn û gelek destkeftî bi dest xistibûn. Ev jî dê wisa bibe, dê her timw isa be. Em li vir in, jin li vir in. Em jin, em ê hev du biparêzin. Dê jin li vî welatî dîwarên tirsê birûxînin. Dê girseya li vir civakê wêrek bike.    TÊKOŞÎNA AZADIYÊ    Hanim Candan: Em dixwazin azad bibin. Ji lew re jin tên kuştin. Em nikarin bi rihetî bimeşin. Duh ji ber ku jinekê şort li xwe kiribû, hat tacizkirin. Em pes nakin. Heya jin azad bibin em ê bitêkoşin.    DÊ DEV JI KUÇEYAN BERNEDIN    Evren Altinel: Diyar e bê em li hemberî kê têdikoşin. Têkoşîn, vana deran qelebalix dike. Ev ji bo her tiştî wisa ye. Ez wisa difikirim ku divê em hîn bêtir qelabalixiyeke mezin çêbikin. Heger em di warê jin û mêran de bifikirin, dibe ku di warê hêzê de ferqek çêbibe. Ew, tenê vê yekê bi kar tînin. Ji xeynî vê jin wekî maratonvana ne. Tim hê bihêztir in. Qethiyen dê tu carî dev jê bernedin. Dê têkoşîn bidome.   PIŞTEVANÎ   Asli ku nexwes paşnavê wê bê bikaranîn: Jin bi reng û dengên xwe tên cem hev du û ji bo azadiya xwe têdikoşin. Em ji dîrokê dizanin ku têkoşîna jinan, li pêşiya hemû têkoşîna ye. Heger em danekevin kuçeyan, dê kes mafên me neparêze. Em ji bo parastina mafên xwe yên jiyanê li vir in û em biryara betalkirina Peymana Stenbolê qebûl nakin. Em îro ji bo parastina peymanê hatine vira. Ji bo serketinê rêxistinbûyîn divê. Divê jin bên cem hev du. Ji xeynî vê wekî din tu çare tune ye.    HÊ NÛ DEST PÊ DIKE    Eftelya Koyûncû: Têkoşîna me neqediyaye. Me ev peyman bi têkoşînê bi dest xist. Em ê bi têkoşînê jî biparêzin. Em ê mafên xwe biparêzin û radestî AKP'ê nekin. Em ê xwe radestî tarîtiyê nekin. Dê jin tim li kuçeyan bin û tu carî hepsî malê nebin. Têkoşîna jinan hê nû dest pê dike.    ÎLANA ŞER    Hîvda Seren: Ez vê ya wekî şerê li dijî jinê dihesibînim. Îqtidar bi betalkirina peymanê re dixwaze tahdeya li jinan tê kirin û kuştina jinan rewa bike. Li vî welatî her roj herî kêm 5 jin tên kuştin. Lewma em jî dibêjin, 'madem jiyana me ne xema we ye, em ê jî jiyana we betal bikin.' Me got 'em jiyanê radiwestînin' û em hatin vira. Lewma me rahişt îsyana xwe û em hatin. Em ê tu carî dev ji jiyana xwe û mafên xwe bernedin. Îqtidara AKP-MHP'ê dixwaze nifşekî faşîst biafirîne. Em ê ne ji vê nifşê bin. Dixwazin zanîngeha jinan jî ava bikin. Em ê li ber vê jî rabin. Biryara wan a ji bo betalkirina peymanê, li bara me bêhikm e. Em me neparêzin, em ê xwe biparêzin. Ji bo vê jî em ê mekanîzmayên xweparastinê ava bikin.