Li Efrînê di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin 2021-07-09 12:24:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîna ku di bin kontrola hêzên paramîlîter ku Tirkiye piştevaniya wan dike de di sal û nîvan de 83 jin hatin qetilkirin, 200 jin hatin revandin û tecawizî 70 jinan hat kirin.  Li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku di bin kontrola Artêşa Azad a Suriyeyê (OSO) ku Tirkiye piştevaniya wan dike de ji 18’ê Adara 2018’an ve 83 jin hatin qetilkirin û 200 jin hatin revandin. Li gorî nûçeya daneyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hilpesartin Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di 3 salên ku ser êrişên Efrînê de derbasbûyî de, êrişên ser jinan bi zêdebûnê berdewam kir. Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Nayîle Mehmûd û endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongreya Star Sûzan Mistefa li ser sûcên hêzên paramîlîter ên Tirkiye piştevaniya wan dike ji ANHA’yê re axivîn.      70 JIN HATIN TECAWIZKIRIN   Nayîle Mehmûd, diyar kir ku ji 83 jinan 5’an ji bo ku nekevin destê komên paramîlîter dawî li jiyana xwe anîn û wiha got: “Sûc û kiryarên pir mezin li Efrînê li ser jinan pêk tên. Agahî û zanyariyên sê salan û şeş mehên dawî di destê me de belgekirî ne. 83 jin hatine qetilkirin, di nava van 83 jinan de 5 jin ji bo nekevin destê çeteyan dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha 216 jin birîndar bûne, li gorî belgeyan jî  70 jin hatin tecawizkirin. 25 jin hatine revandin û aqûbeta wan nediyar e. Di nava van 25 jinan de du zarok jî hene. Eliye Ednan Cuma zaroka 13 salî ye, Rûya Mehmûd Xatir 6  salî ye, Emîne Mistefa 60 salî ye. Kesên din jî nayên zanîn. Di nava van jinên hatin qetilkirin de, zaroka 2 salî Hena Mistefa, Zeyneb Şêx Dawud a 21 salî,  Zeyneb Îbrahîm a 14 salî, Heyva Şerîf Qasim a 21 salî jî hene.”     NIFÛSA KURD DAKET JI SEDÎ 23   Nayîle di dawiya axaftina xwe de got:” Tu kes nikare rastiya kiryar û sûcên dewleta Tirk ên ku hatin belgekirin veşêrin. Lê belê hîn ji vê zêdetir heye û nayên zanîn. Di zindanên Efrînê de bi sedan jin hene ku  tecawîz û îşkence li wan tên kirin. Berî dagirkirina Efrînê hejmara kurdan ji sedî 90 bû. Lê piştî dagirkirina Efrînê bû ji sedî 23, ev xeteriyeke pir mezin e. Yên ku niha li Efrînê hatine bicihkirin çeteyên ji Xûta ya Şamê ne.”   Endama Komîteya Dîplomasî ya Kongreya Star Suzan Mistefa jî da zanîn ku kiryar û sûcên dewleta Tirk ev sê sal in li ser jinan pêk tê û got: “Rojane sûc li jinan tên kirin ku ji rêgezên exlaqî û mirovahiyê dûr in. Rojane agahî dikevin destê me pir bi êş in. Çeteyên dewleta Tirk rojane di hindirê Efrînê de bi zorê bi navê zewacê jinan direvînin Tirkiyê. Çend jinên ku di zindanên Efrînê de mabûn nexwestin navê xwe eşkere bikin, ev agahî bi me re parvekirin.  Di hindirê zindanên Efrînê de kiryar û wehşeteke ku nayê qebûlkirin li ser jinê tê pêk anîn. Dema ku wan jinan behsa hinek mijaran kirin, kevir li ber gotinên wan diheliyan, erd û asîman jî van kiryar û sûcan qebûl  neke.”   ‘JIN DERBASÎ TIRKIYEYÊ TÊN KIRIN’   Suzan Mistefa diyar kir ku jin di hundirê Efrînê de bê kefî nikarin derkevin derve û wiha axivî: “Li gorî agahiyên ku me bi telefonê bi dest xistine hinek jin bi zorê tê revandin, ji bo ku pera ji malbatên wan bistînin û bi wêne û dîmenan malbatên wan tehdîd dikin. Gelek malbatên me yên welatparêz neçar in milk û malên xwe bifroşin. Gelek jinên ciwan ji ber van sûcan dawî li jiyana xwe anîn. Her ku diçe kuştin, xwekuştin, îşkence û girtin zêde dibin, dest danîn ser mal û milkên gelek jinên ku berê di saziyên me yên jin de kar dikirin. Tecawîz di hindirên wan malan de li jinan tên kirin. Tê gotin, 10 zilam tecawîzî jinekê dikin. Ev belge hemû di destê me de ne. Ger ku ev ne wehşet be, divê mirov ji çi re bibêje wehşet? Hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li hindirê Efrînê li serê gelê kurd û jina kurd gelekî xeter e. Pir jinên ku em nas dikin li ser bangawaziya me ji zindanan derketine, lê bi destê çeteyan bi zorê derbasî tirkiyê hatine kirin.”   JI HEZAR 200 JINAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN   Sûzan Mistefa li ser tundiya li ser jinê û sûcên dewleta Tirk yên sê sal û şeş mehan ev agahî da û got: “Piştî dagirkeriya Efrînê û şûnde aqûbeta hezar 200 jinan nediyar e û agahî ji wan jinan nayê girtin. Zêdetirîn hezar jin jî hatine qetilkirin û hatine tecawîzkirin. 99 jî hatine revandin û derbasî girtîgehên Ezaz û Tirkiyê hatine kirine. Amarên şeş mehên dawî jî 23 jin hatine kuştin, 1 jin jî bi darê zorê hatiye zewicandin, 9 jin jî hatine tecawîzkirin."       ‘LI DIJÎ WEHŞETÊ BÊDENG NEMÎNIN’   Sûzan Mistefa di dawiya axaftinê xwe de ev bang kir: “Kesên di ragahandinan de dibêjin; li Efrînê tiştek tune ye, bila bên van belgeyên di destê me de bibînin. Ew kesên wisa dibêjin, çawa ku bi destên wan Efrîn hate dagirkirin, niha jî piştgiriya xwe ji bo guhertina demografiya Efrînê dikin û bi destê wan ev wehşet û ev zilm li ser jinên kurd tên kirin. Banga min ji civaka navneteyewî, ji hemû gelên cihanê û teybet jî jinan û mirovên xwedî wijdan li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Ger ku em xwe negîhînin jinên Efrînê, wê jin di têkoşîna xwe ya azadiyê de nekarin ji bo dîrokê ti cara serê xwe rabikin.”