Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin 2021-07-13 09:06:27 MÊRSÎN - Ozkan Yarbî, bi çekê Hatûn Koç birîndar kiribû. Ji ber vê Koç, seqet bûbû. Dadgehê 10 sal ceza li Yarbî birî. Parêzeran, anî ziman ku cezayê hatiye birîn hindik e û dê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.  Li Mêrsînê piştî ku Hatûn Koç (28) dev ji hevjînê xwe Ozkan Yarbî berdabû, Yarbî di 28'ê Gulana 2020'î de bi çekê bera Koçê dabû û ew seqet kiribû. Ji ber vê 10 sal ceza li Yarbî hat birîn.    Parêzerê Koçê Battal Gazî Încî, anî ziman ku cezayê hatiye birîn hindik e û dê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.    Încî, bilêv kir ku xwestine bi sûcê "hewildana kuştinê ya plankirî" ceza li Yarbî bê birîn, lê belê dadgehê bi sûcê "hewildana kuştinê" ceza biriye û ne ji asta jor, ji asta herî jêr ceza lê biriye.    ÊRÎŞEKE PLANKIRÎ   Încî, anî ziman ku Yarbî ji girtîgehê name ji muwekîla wî Koçê re şandine û gef lê xwarine, lê belê meqama îdiayê di dema mutalaayê de ev yek ji nedîtî ve hatiye. Încî got: "Yarbî, ev çalakî bi awayekî plankirî kiriye. Delîlên vê hene. Delîl nîşan didin ku plana vê hatiye kirin û nameyên wî yên gefxwarinê hene. Lê dîsa jî dadgehê biryara xwe neguherand. Hêvîdar im dê li îstinafê bê xerakirin."    Încî, destnîşan kir ku ji bo ku pêşî li ber tahdeya li jinê tê kirin bê girtin, peywir dikeve ser milê çapemeniyê jî û got: "Heger çapemenî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan ev dosye neşopandana, belkî jî wekî dozeke ji rêzê ser wê bihata girtin. Belkî dadgehê ev ceza nedana jî. Bi rastî jî gava çapemenî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan dozên bi vî rengî naşopînn, daraz jî bi awayekî cidî lêkolîn nake. Ev tiştekî êşbar e."    Încî, xwest raya giştî hîn bêtir bi hesas tevbigere ji bo dozên bi vî rengî.    MA / Mehmet Şah Orûç