Jin tevna rêxistinbûyînê berfireh dikin 2021-07-28 09:02:10 AMED - Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Amedê Gulşen Ozer, anî ziman ku wan li dijî xerabiya birêxistinkirî meclîs ava kiriye û dê li hemberî êrişan bi piranî xebatên ji bo xweparastinê bikin.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê di 15'ê Tîrmehê de bi dirûşmeya "Em ji bo azadiya xwe, xwe birêxistin dikin, em bi ruhê Denîzan ber bi azadiyê ve dimeşin" damezrandina xwe deklere kir. Endama meclîsê Gulşen Ozer, behsa armancên meclîsê kir.      Ozer, bi lêv kir ku piştî kuştina Denîz Poyraz, pêdivî bi rêxistinbûyînek nû dîtine û dê li bajêr û navçeyên wê xebatên xwe ji nû ve birêxistin bikin.    HÊZA JINÊ    Ozer, destnîşan kir ku ji bo li her bajarî jin serwext bibin dê bixebitin û got: "Hêza jinan tim bûye tirsa hêza hegemon. Ji ber vê êrîşî jinan dike. Dê ji xeynî perwerdehiyên serwextirinê û xweparastinê, çalakiyên cur bi cur jî bên lidarxistin."    Ozer, destnîşan kir ku tahde û kuştina jinan êdî veguherîne qirkirinê û got: "Bandora siyasta heyî, qirkirina jinê ye. Li malê hepskirina jinê, kuştina jinê, newekhevî hemû ji ber ziman û pratîkên siyaseta heyî ne." Ozer, bilêv kir ku îqtidar kiryaran diparêze û got: "Lê em ê nîşan bidin ku êdî wisa ji wan re naserife û em ê nîşan bidin ku jin nîviyê civakê ne."    BAGAWAZÎ JI BO RÊXISTINBÛYÎNÊ    Ozer, diyar kir ku kiryar tên berdan, lê jin tên girtin û got: "Dibe ku gelek ji me dîsa bên girtin. Lê êdî jin şiyar bûye. Em biçin jî dê peyrewên me hebin. Êdî tu jin vê siyasetê û van kuştinan tamûl nake. Ma dê heya kengî jinan binçav bikin û bikujin. Êdî jin ne wekî berê ne. Jinên ciwan ji me bihêztir in û dê hîn bêtir mafên xwe biparêzin. Ê ku civakê dîzayn dike, jin in. Dixwazin vê hêza me tune bikin. Ma dê jin vê yekê qebûl bikin? Na, bawer bikin dê tu jin vê yekê qebûl neke. Jin divê xwe birêxistin bikin ji bo gotina xwe û bîra xwe. Ji bo vê pêdivî bi partiyekê an jî saziyekê tune ye. Gava bê xwestin mirov dikare li her derî xebatên ji bo rêxistinkirinê û serwextkirinê bike. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê hêza faşîst xwe birêxistin bikin."