Daneyên meha tîrmeya yên Jinnewsê: 27 jin hatin qetilkirin 2021-08-05 10:23:37     ENQERE - Li gorî daneyên meha tîrmehê yên Jinnewsê, 27 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin û 8 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.   Jinnnewsê, daneyên xwe yên meha tîrmehê yên tundiya li ser jinê parve kirin. Li gorî vê, di meha tîrmehê de 27 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine qetilkirin. Ji van jinan 4 jê di êrişa ku li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari ya kurd pêk hat de jiyana xwe ji dest dane. Di heman mehê de 8 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane, 7 jin bi qetilkirinê re rû bi rû mane, 4 zarok hatine qetilkirin û 11 zarok hatin îstismarkirin. Li dijî 16 zarokan jî hewldanên tundî û qetilkirinê pêk hatine û 2 zarok jî bi awayejî bigumaman jiyana xwe ji dest dane.    Ji jinan 9 jê ji aliyê zilamên ku bi wan re zewicandibûn ve hatine qetilkirin, 2 jê ji aliyê zilamên ku bi wan re li ber berdanê bûne ve hatine qetilkirin, jinek ji aliyê kurê xwe ve hatiye qetilkirin, jinek ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin, jinek ji aliyê dayika xwe ve hatiye qetilkirin, 4 jin jî ji aliyê zilamên ku derbarê wan de biryara dûrxistinê hebûye ve hatine qetilkirin. Herî zêde jin li Stenbolê (4) hatine qetilkirin.