Koçyîgît: Me bi tifaqê gava ewil a şoreşa jinê avêt 2021-08-05 10:30:45 STENBOL - Parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît a tevlî 2’yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bû, diyar kir ku armanca wan ew e ku li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê şoreşeke jinê bê avakirin û bi lêv kir ku bi tifaqa jinê gava ewil avêtin.  2'yemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ku ewil di sala 2013’an de li Amedê pêk hatibû, bi dirûşmeya “Bi Yekitiya Jinan Em ê Şoreşa Demokratîk Pêk Bînin” di 30-31’ê Tîrmehê de li paytext Lubnanê Beyrûdê hat lidarxistin. Di rûniştinên ku du rojan dom kirin de, rêxistinkirina jinê ya li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, rewşa herêman, pirsgirêkên tên jiyîn û pêşniyarên çareseriyê hatin niqaşkirin. Di konferansê de li dijî êrişan destnîşankirina têkoşîna hevpar hat kirin û biryareke herî girîng a ji bo bingeha têkoşîneke bi hev re, bû avakirina “Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur (MENA).”    Di konferansa ku ji gelek welatan delegasyon tê de cih girt de ji Tirkiyeyê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît beşdar bû û têkildarî konferansê û biryaran hin nirxandin kirin.   CÎHANEKE NÛ   Koçyîgît, bi bîr xist ku konferansa ewil di pêvajoya ku di navbera Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û rayedarên dewletê de diyaloga “çareseriyê” dihat rêvebirin de pêk hat û qala şertên ku konferans pêk hat kir. Koçyîgît, destnîşan kir ku sala 2013’an ji bo Tirkiyeyê vekirina deriyê aştiyê bû û wiha got: “Lê mixabin pêvajo ji aştiyê vegerî şer. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn pêvajoyeke bi şer dest pê kir. Em di nava şerekî ku Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur dorpêç kiriye de ne. Ji ber vê yekê ji gelek welatan hatina gelhev a jinan a ji bo ‘em dikarin çi bikin, welatekî çawa, Rojhilateke Navîn û Afrîkayeke Bakur a çawa, cîhaneke çawa ava bikin’ gelek girîng e. Ji ber ku yên di şer de ewil winda dikin jin in.”   TESPÎTÊN HEVPAR   Koçyîgît, bi lêv kir ku konferansê hêvî û heyecan zêde kir û derbarê tespîtên jinan ên hevpar de wiha axivî: “Yek tespîta jinan a hevpar bû îstîsmarkirina ol a li herêmê. Hat diyar kirin ku gelek hikumet ji bo sedemên siyasî, olî bikartînin, olî li hemû civakan ferz dikin, dixwazin pergaleke ku bingeha wê ol ava bikin û olperestî herî zêde bandorê li jinan dike. Bandora vê nêrînê ya ser zewacên zarokan ên li herêma me, recm, suneta jinan, mafên makêqanûnî hatin tespît kirin. Ji derveyî vê tespîteke din jî binyada serdest a desthilatan an ku ne demokratîkbûna dewletan bû. Qala bandora pergalên yek zilamî yên li Rojhilata Navîn hat kirin. Qirkirina Şengalê bû pirsgirêkeke ku hemû jinan binê wê xêz kir. Pir zewacî, tacîz, tecawîz, tundiya li ser jinê, polîtîkayên koçkirinê, qeyrana ekolojîk û avhewayê weke serenavên yekemîn ser hat sekinandin. Pergala perwerdehiyê ya zayendî, kodên civakî yên zayendî, vederkirina her tim a jinan, serenavên rexneya bingehîn pêk anîn.”   HIŞMENDÎ EYNIYE    Koçyîgît, da zanîn ku pirsgirên li hemû welan yekin û wiha pê de çû: “Pirgirêka esasî ya Tirkiyeyê 40 salin dewam dike. Ev pirsgirêk pirsgirêka Kurde. Ev pirsgirêka bingehîn û kûr, pirsgirêkên jinan zêdetir dikin. Ji ber ku Kurdên li Tirkiyeyê dijîn, hem weke Kurd û hem jî weke jin du caran rastî zextan, zilmê û cudakariyê tên. Wekî din, em dikarin bibêjin ku nêzîkatiya 20 salên dawîn ên desthilatdariya AKP û gelek hikûmetên li herêmê yek in. Du nêzîkatiyên bingehîn ên pirsgirêka me hene. Yek polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên şer û komkujiyê ye. Di sala 2015’an de, ev yek di pêvajoya rêveberiya xweser de hat jiyîn. A duyemîn jî, polîtîkayên dijminantiya jinê ya AKP û şerên li Tirkiyeyê ku bandorê li jinan dike ye.”   ŞOREŞA JINÊ YA DEMOKRATÎK    Derbarê biryarên di konferansê hatin girtin de jî Koçyîgît wiha got: “Biryara tifaqa jinê hat girtin. Derbarê vê tifaqê de nîqaş hatin kirin. Ji delegasyonên konferansê komek hat avakirin û me têkildarî rê û rêbazê nîqaş bi rêve birin. Koordînasyonek ji her welatî kesekê hat avakirin. Ji bo ku her welatek komîteya xwe ava bike, biryar hat girtin. Li pêş me pêvajoyeke 6 mehan heye. Di vê pêvajoyê de em ê li ser rêbaz, şêwaz û naverokê bi axivîn. Em ê di warê xwe cihî, neteweyî û herêmî de, li dijî olperestî, zayendperestî, mîlîtarîzm û şerê herêmî, xeta têkoşînê bi rêve bibin. Armanca me ya sereke pêkanîna şoreşa jinan a demokratîk li herêm û tevahiya cîhanê ye.”   XEBATÊN LI TIRKIYEYÊ    Koçyîgît, da zanîn ku ewê bi hevalên xwe yên ku nekarîn bixwe beşdarî konferansê bibin, lê bi onlînê beşdar bûne re civînek pêk bînin û wiha bilêv kir: “Em çawa dikarin li Tirkiye û Kurdistanê bi hêzek mezin re xwe bi rêxistin bikin, motîve bikin û hevkariyê bikin, emê nîqaşan bi rêve bibin. Tevgera jinan a Tirkiyeyê, di pêşketinek cîdî de ye. Hem tevgera jinên Kurd û hem jî tevgerên femînîst ên Tirkiyeyê, xwedî danehevek cidî ne. Ez di wê bariyê de me ku emê nîqaşên pir baş bi rêve bibin.”    AVAKIRINA PERGALA JINAN     Koçyîgît diyar kir ku tifaq ji bo pirsgirêka jinan a ku "em bi hev re çê bikin" gava yekemîn e û wiha rêz kir: “Di heman demê de avakirina pergala jinan, gavek yekemîne. Em di warê çalakî, pratîk û teoriyê de hev xwedî bikin. Mînak, modela Şoreşa Rojava pêşkêşî konferansê hat kirin. Li Rojava jin beşdarî pêvajoyên avakirina destûra bingehîn dibin. Qadeke azad heye ku jin makeqanûna xwe çêdikin û xwedî mafê temsîliyeta wekhev in. Tecrubeyên li Rojava pêşiya mirov vedike. Pêdivî heye ku em li her derê pergal jinan ava bikin. Ev tifaq bixwe dikare weke pêngavek ber bi vê pergala jinê ve were avêtin bê dîtin.”   Koçyîgît, herî dawî bang li hemû jinan kir ku xwedî li biryarên hatine girtin derkevin.    MA / Dîren Yûrtsever