Faîlê ku sûcê xwe îtîraf kir jina Êzidî ya qetil kir sûcdar nîşan da 2021-08-07 14:32:35   MÊRDÎN - Kirariyên otopsiyê ya  jina Êzîdî ku Serkan O. ew li navçeya Mîdyadê qetil kir temam bûn. Serkan O. yê ku sûcê xwe îtîraf kir, jina Êzidî ya qetil kir, sûcdar nîşan da.    Zilamê 25 salî Serkan O. li gundê Ebşî yê girêdayî navçeya Mîdyad a Mêrdînê jina Êzidî ya Baran Hasan Rasho duh şev bi çekê qetil kir. Rasho, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Faîlê ku revî jî li noxteya kontrolê ya polîsan a di ketina navçeyê de hat binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê piştî bûyerê ji bo ku xwe bigihîne xizmên Rasho, bi Konsolosxaneya Iraqê re ket têkiliyê. Hat diyarkirin ku li ser têkiliyên bi konsolosxaneyê hatin danîn, derket holê ku malbata Rasho li Ewropayê dijî û hêj têkilî bi malbatê re nehatiye danîn.  Cenazeyê Rasho piştî kirariyên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û hat tespîtkirin ku 3 gule li laşê wê ketine. Hat destnîşankirin ku Rasho di encama êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest daye.    JINA KU QETIL KIR SÛCDAR KIR   Îfadeyên Serkan O. yên ku li cendermeyê hatin wergirtin bi dawî bûn. Serkan O. di îfadeya xwe de îdia kir ku Rasho gef li wî xwariye û Rasho sûcdar kir. Faîl Serkan O. pişt re sûcê xwe îtîraf kir û diyar kir ku 3 gule berdane Rasho.  Tê payîn ku Serkan O. di saetên pêş de sewqî Edliyeya Mîdyadê bê kirin.    WÊ JIN BIŞOPÎNIN   Navenda Jinan a Baroya Mêrdînê jî, bi daxuyaniyeke li ser hesabên xwe yên medya sanal ragihand ku wê şopdarê bûyerê be.