Berdevka RJAK’ê: Binçavkirina endamên me êrişa li dijî têkoşîna jinan e 2021-08-08 11:48:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka RJAK’ê Soma Ferhed, binçavkirina endamên me yên beşdarî bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Şengalê bûn, êrişa li dijî têkoşîna jinan e.   Endamên Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), piştî beşdarî merasîma salvegera fermana 73’yemîn a di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyên Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat bûn, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hatin binçavkirin.   Berdevka RJAK’ê Soma Ferhed, diyar kir ku rêveberên wan Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî û endama wan Seyran Ehmed Hesen piştî salvegera Komkujiya Şengalê hatin binçavkirin. Soma Ferhed, da zanîn ku ev yek pir balkêşê û got, ev kiryar êrişa li dijî têkoşîna jinan e.   AGAHIYÊ JI WAN NAGIRIN   Ferhed, bal kişand ser rewşa hevalên xe wiha got: “Ligel ku saziyên me li Iraq û Başûrê Kurdistanê fermiye, hevalên me hatin binçavkirin.  Em heta niha çarenûsa wan nizanin. Ger agahî neye dayîn em ê şêwazên cuda bi kar bînin.”   Soma Ferhad, diyar kir ku gelek kom di salvegera Şengalê de amade bûn ku balkêş e tenê endamên wan hatine girtin û wiha bilêv kir: “Li Başûrê Kurdistanê gelek saziyên jinan hene. Divê li Şengalê ev hemû saziyên jinan kom bûbana, lê mixabin dervey yên me kes amade nebû. Saziya me li Başûrê Kurdistanê û Iraqê fermî ne. Bi fermî em dikarin herin her bajarî. Hevalên me bi çi sedemê hatine girtin? Heya niha çarenûsa wan em ne zelal e. Em ê du rojên din bisekinin, ger agahî ji me re neyê dayîn, wê demê em ê rêyên cuda bi kar bînin. Heya hevalên me neyên berdan em ê xwepêşandanan li dar bixin û her li ser piyan bin.”   Ferhad, destnîşan kir ku du endamên wan dayîk in û zarokên wan yên biçûk hene û wiha pê de çû: “Rewşa zarokên wan ne baş e. Em hewl didin di vê dema zehmet de li gel zarokên wan bin. Tenê dizanin ku li Kelek in û heya niha sewqî cihekî nekirine. Em texmîn dikin ku wê cihên wan bigûherin.”   HEMAN HIŞMENDIYE    Ferhad, anî ziman ku yên ku hevalên wan girtine xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şengalê ne û wiha domand: “Bi van şêwazan dixwazin Şengalê bi tenê bihelin ku nehelin kes piştgiriya wê bike. Ev hişmendî li ser hemû Başûrê Kurdistanê hatiye ferzkirin. Li Şengalê komkujiyek pêk hat, lê ev metirsî li ser hemû beşên Kurdistanê heye. Rexneyek li ser saziyên jinan e ku di salvegera Şengalê de neçûn Şengalê. Ji ber li ser Şengalê çend sal berê û bi taybet li ser jinan sûcên firotin, destdirêjî û  qetlîam pêk hatin. Ihtîmal e ku di demên pêş de li ser me jî ev hovîtî pêk were. Ji ber wê divê jin li dijî van siyasetan bisekinin.”   ‘METIRSÎ LI SER SAZIYÊN JINAN HEYE’   Soma Ferhad, bang li hemû jinan kir ku li dijî vê siyasetê derbikevin û wiha bi dawî kir: “Em li bendê ne ku hemû jin xwedî li endamên me derbikevin. Girtina endamên me metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike. Ev girtin ne tenê li ser endamê me ye, lê belê ev kiryar encama siyaseta ku li dijî hemû saziyên jinan e.”