Jinên HDP'î bi xebatkarên çandiniyê re tevrik kirin, giya kom kirin 2021-08-08 15:21:02 MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP'ê, li navçeya Qoserê, guhdarî pirsgirêkên jinên karkerên çandiniyê kirin, bi wan re tevrik kirin û giya kom kirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizantiya Jinê Re Na" de, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, bi jinên karkerên çandiniyê re hatin gelhev. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Partiyê Ebrû Gunay, parlamenter Semra Guzel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Hevşaredara Qoserê Nîluger Elîk Yilmaz a ji peywirê hat girtin û gelek endamên partiyê beşdarî hevdîtinê bûn. Şandeyê, serdana jinên di zeviyên xiyar, zebeş û garisan de dixebitîn kirin.   Jinên ku mecbûr in di bin germahiya 45 pileyî de bixebitin, pirsgirêkên dijîn vegotin. Jinên ku gotin ew rojê 12 saetan bi 100 TL'an dixebitin, daxwaza karekî bi ewle kirin. Jinên ku piraniya wan xwendekar an jî derçûnên lîse û zanîngehê bûn, diyar kirin ku ji sibehê saet 06:00 heta êvarê 18:00 ji bo 100 TL'an dixebitin.   Berdevka partiyê Ebrû Gunay jî, anî ziman ku wê timî piştgiriya jinan bikin û got: "Em ê bi têkoşînê û piştevaniyê dawî li van pirsgirêkan bînin. Li cihê ku dengê we nagihêje em ê qala pirsgirêkên we bikin."   Jinên HDP'î dûre, bi jinên di zeviyan de dixebitin re, xiyar kom kirin, tevir kirin û giya kom kirin.