Jinek û 15 zilam tevlî civîna walîtiyê ya jinan bûn 2021-08-10 13:56:06   ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê, "Plana Koordînasyona Tekoşîna bi Tundiya li ser Jinê re" bi zilaman re nirxand û biryaran girt.     Bi beşdariya Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan civîna "Plana Koordînasyona Tekoşîna bi Tundiya li ser Jinê re" hat lidarxistin. Şaredare Şirnexê Mehmet Yarka, Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Şirnexê Selîm Kûş, Cîgirê Rektorê Zanîngeha Şirnexê Prof. Dr. Mehmet Şîmşek, Alîkarê Walî Tûnahan Efendîoglû, Midurê Polisan e Bajar Cemal Dalman, Cîgirê Fermandarê Cendirmeyan ê Bajar Yarbay Serkan Karagoz, Midurê Perwerdeya Neteweyî yê Bajar  Nazan Şener, Midurê Xizmetên Civakî û Malbatê yê Bajar Mûzaffer Akçam û endamên komîsyonê tevlî civînê bûn.    Di civîna ku tenê jinek mû 15 zilam tevlî bûn de li gorî biryarnameyên Wezareta Karên Hundir ji bo hevkariya saziyan biryar hatin girtin.