Li Edenê jinek hat qetilkirin 2021-08-15 12:46:51   EDENE - Li Edenê zilamê bi navê O.A.O. Kubra O. qetil kir.    Li taxa Yûrt a navçeya Çûkûrova ya Edenê, zilamê bi navê O.A.O. hevjîna xwe Kubra O. qetil kir. Hat hînbûn ku Kubra O. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û kujer O.A.O. jî hatiye binçavkirin. Ji bo karên otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) Edenê.