Jinên Kurd piştevaniya xwe ya bi jinên Afgan re diyar kirin 2021-08-17 16:08:54   AMED - TJA’yê, diyar kir ku li Afganîstana ku Talîbanê xistiye bin kontrola xwe, jin û zarok di xeteriyê de ne û got: “Em ê erdnîgariya Rojhilata Navîn ji hemû hişmendiyên ku ji serdestiya zilam têr bûne, rizgar bikin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek nivîskî ya bi sernavê "Em li dijî şerma mezin a hêzên emperyal, li gel jinên Afganî disekinin" weşand.   Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku hêzên emperyalîst polîtîkayên xwe yên dagirkerî û kedxwarînê yên li cîhanê, dibin navê “Em ê we azad bikin” de meşrû dikin.    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi ked û têkoşînek mezin li Afganîstanê jinan destkeftiyên mezin bi dest xistin. Destkeftiyên jinan bû qurbana dagirkeriya Başûr û alîgirên şerîatê. Bi rojane jinên efgan nikarin biçin kar û dibistanê. Tê gotin ku nikarin derkevin kolanan jî. Serdestiya mêr a gerdûnî li ku dibe bila bibe ewilî destkeftiyên jinan hedef digire.    Îro li Afganîstanê jiyana jin û zarokan di xeterê de ne. Destkeftiyên wan di xeterê de ne. Cîhana ku efganiyan xistin vî halî niha jî temaşe dikin. Wekî gotina aktîvîsta mafên jinan a efganî Mahbouba Seraj 'Ji xwe şerm bikin. Ji tiştên ku 20 sal in we li Afganîstanê pêk anî şerm bikin.’   Gelek jinên ku li ser vê erdnegariya Rojhilata Navîn dijîn li dijî şer û şîdetê ked û têkoşînek dane. Jinên efgan jî dê dev ji têkoşînê bernadin. Em jinên kurd jî li heman erdnegariyê heman tiştan re rûbirû mane. Em jinên efgan hembêz dikin û em ê bi jinên efgan re di nav piştevaniyê de bin. Em ê erdnegariya Rojhilata Navîn ji zîhniyeta serdest a mêr rizgar bikin û jiyaneke azad a jinê avabikin. Hêza me jî û baweriya me jî heye. Bijî berxwedana jinên afgan! Bijî têkoşîna jinan! Jin jiyan azadî!"