Başaran: Ne rejîma qeyûman wê pergala me ya azadîxwaziya jinan ser bikeve 2021-08-19 13:29:53 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku di 19 salên îqtidara AKP’ê de bi polîtîkayên dijminantiya jinan re feqîriya jinan aniye. Başaran got ê destûrê nedin pergala qeyûman bi ser bikeve û dê pergala xwe ya azadîxwaziya jinan ser bixînin.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî encamên hevdîtinên kampanya “Ji xizaniya jinan re na” yên li herêmên Marmarayê, Çûkûrovayê, Meletiyê û Mêrdînê pêk anîne li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran bi bîr xist ku du sal di ser tayînkirina qeyûmên şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Amedê de derbas bûne û got: “Tifaqa AKP-MHP’ê ya zilaman ku şaredariyên me desteser kirin, dîsa wek her tim sepana wan ewil destkeftiyên jinan kir hedef. Vê tifaqê êrişî her cûre saziyên me jinan kirin û êrişên wan didomin.”    Başaran anî ziman ku li her qadên jiyanê tehamula îqtidarê ji jinan re nemaye û got: “Ev îqtidar pergala me ya hevserokatiyê wek sûc dide nîşandan û hevşaredarên me avêtiye zindanan. Qeyûmên vê îqtidarê her cûre rant, dizî û gendeliyê dikin. Ev belgeyan jî derketin holê. Em carek din ji vê îqtidarê re dibêjin, wê ne rejîma we ya qeyûman dê pergala me ya rêveberiyên xwecihî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan bi ser bikeve. Hûn çi dikin bikin, em ê dest ji pergala hevserokatiyê û rêgeza temsîliyeta wekhev bernedin.”    Başaran bal kişand ser sekna jinên Efxan a li dijî Talîban û got ew ê li cem têkoşîna jinên Efxan a li dijî talîban dide bisekinin.    LI GELEK BAJARAN LI PIRSGIRÊKÊN JINAN GUHDAR KIRIN    Başaran da zanîn ku ew baş dizanin ku herî zêde jin dibin mexdûrê şer û tundiyê û di roja îro de li dijî jinên kurd bi polîtîkaya şer û tundiyê dijminatî li hember jinên kurd tê kirin. Başaran got di her warî de jin ji ber polîtîkayên îqtidarê tên xizankirin. Başaran destnîşan kir ku di van 19 salên îqtîdara AKP’ê de bi polîtîkayên dijminantiya jinan re jin hatine xizankirin û got: “Îqtidar xizaniyê li ser jinan ferz dike. Ji ber vê yekê me kampanya “Ji Xizaniya Jinan Re Na, Ji Bo Jinan Edalet’ da destpêkirin. Me di çarçoveya kampanyayê de li bajarên Adene û Antakyayê yên herêma Çûkûrovayê, li bajarên Bûrsa û Kocaeliyê yên herêma Marmarayê, li Meletiyê û li Mêrdînê bi jinan re hevdîtin pêk anî û em carek din bûn şahidê xizankirina jinan. Me jinên li nav zeviyan karkeriya demsalî dikin û jinên li malan kar dikin û li kargehan dixebitin ziyaret kir. Me bi platformên jinan re hevdîtin kir. Me li pirsgirêkên jinên sûryan guhdar kir. Di hevdîtin û serdanan de jinan behsa xizaniya xwe û kedxwariya xwe ji me re kirin. Ew bi neheqiyan re rûbirû dimînin. Me jî soz da wan ku em ê nehêlin bi polîtîkayên cihêkarî û mexdûriyetê re rûbirû bimînin.”    DIBIN RAPERÎNA JINAN    Başaran diyar kir ku wan li ser zeviyan li pirsgirêk û tadeya jinên karker yên ji bakurê Kurdistanê çûne herêma Çûkûrovayê û jinên ji Kobanê û Sûriyê koçî Çûkûrovayê kirine guhdar kirine û carek din dîtine ku nêzîkatiya li hember jinan çawa ye û polîtîkaya îqtidarê ya li hember jinên penaber dîtine. Başaran got jin li kargeh û zeviyan bi heqê erzan tên xebitandin û tevî ku ji serê sibehê heta derengiya êvarê dixebitin jî heqê keda xwe nastînin û keda jinan tê xwarin. Başaran got jinên karker ku li konan dijîn ji wan re gotine ew bi nîv ruhî dixebitin û ji bo debara xwe bikin neçarin bixebitin.    JINÊN SÛRYANÎ BI POLÎTÎKAYÊN CIHÊKAR RE RÛBIRÛ NE    Başaran anî ziman ku ew ê her tim û li her deverê bibin raperîna jinan û dê her tim piştevaniya jinên karker û kedkar bikin. Başaran da zanîn ku wan li Stenbolê jî bi jinên hunermend re civînek li dar xistine û li pirsgirêkên jinên hunermend guhdar kirine û dê ew wek Meclîsa Jinan a HDP’ê her tim piştevaniya jinên hunermend bikin. Başaran diyar kir ku wan li pirsgirêkên jinên ciwan ên diçin zanîngehan guhdar kirine û dê destûrê nedin ku jinên ciwan bêkar bimînin. Başaran destnîşan kir ku li Midyada Mêrdînê bûne mêvanên jinên sûryanî û li pirsgirêkên wan guhdar kirine û jinên suryan gotine ew hem wek gel û hem jî wek jinên sûryan bi gelek probleman re rûbirû ne û di warê aborî de jî bi gelek zoriyan re rûbirû dimînin. Başaran got ew ê destûrê nedin polîtîkayên cihêkariya jinan û dê bi hev re li dijî vê têbikoşin.    ‘EM Ê DESTÛR NEDIN’    Başaran destnîşan kir ku bêyî ew navberê bidin xebat, piştevaniya jinan dê xebatên xwe bidomînin û wiha got: “Em di çarçoveya kampanya xwe de carek din bûn deng û raperîna jinan. Em ê qet dest ji maf û destkeftiyên xwe bernedin. Wek her demê îro carek din em li vir bang dikin; Em ê qet û qet destûr nedin xizankirina jinan.”