‘Pêwiste jin ne li ber destê mêran, bi hunera xwe bijîn' 2018-02-09 09:33:18 MÊRSÎN - Leyla Muştu, bi dezgehek vekiriye û bi keda destan hilberînê dike debarê dike. Muştu xwest jin ne li berdestê mêran, bi keda xwe jiyana xwe bihûnin. Leyla Muştu ya 61 salî, li herêma Balikçilar Barinagi ya navçeya Akdemîza Mêrsînê dezgehek vekiriye û bi keda xwe hilberînê wekî gustîl, zendik û hwd. çê dike, pê debara xwe dike. Muştu aşkera kir ku ew bi keda destan hilberîne dike û bi vê rêyê debara xwe dike.   Muştu da zanîn ku demên borî berhemên ku çê dikir, li kuçe û maşîneyên rêwiyan de difrot û ev 15 sal e dezgeh vekiriye û berhemên xwe difroşe. Muştu bi lêv kir ku ji bo ew zarokên xwe xwedî bike, neçar e bixebite.   ‘EMRÊ MIN BI MORÎKAN DERBAS BÛ’   Muştu demekê jî li ser dezgehê ranaweste, ji hêlekê ve berhemên nû çê dike, ji hêlekê ve jî bi rûyekî ken kirîgerên xwe pêşwazî dike. Muştu textik, morîk û kevirên xwezayî dineqişîne, li ser dezgehê xwe rêz dike, der barê xebata xwe de ev tişt got: "Berhemên ku ez çê dikim kîjan bê hezkirin ez wan zêdetir çê dikim." Muştu aşkera kir ku ji ber demek dirêj berhemên diyarî çêkirine, ji çavên xwe aciz dibe, der barê zehmetiya karê xwe de jî ev tişt got: "Ji ber ku hemû berhemên destan e, mirovan diwestîne. Ji ber ku ez tevahiya rojê li vir dixebitim, êvarê diçim karê malê jî dikim. Piştre heta derengiya şevê ji bo sibê berhemên nû çê dikim. Yana rast emrê min bi morîkan re derbas dibe."   ‘DIVÊ JIN BI BIRYAR BIN’   Muştu bal kişand ser jiyana jinan a di nava civakê de û divê jin çawa debara xwe bikin û wiha pê de çû: "Ez ji gotina 'Cihê jinan ne qada xebatê ye, mal e' gelekî aciz dibim. Divê jin xwe nexin ber destê mêran, bi keda xwe jiyana xwe ava bikin. Heke jin bi biryar bin, dê bi keda xwe gelek tiştan derxin pêş."