Jin bi awayekî palûteyî dest bi haziriyên zivistanê kirin 2021-08-31 09:00:44 MÊRSÎN - Li Tarsûsê jinên ku bi awayekî palûte dest bi amadekariyên zivistanê kirin, tirşî, şûşe, sos û berên hişk jî di nav de gelek berên biçêj çêdikin.  Ber bi dawiya havînê ve, jin ji bo berên hişk, şûşe û tirşiyê çêbikin zend û bendên xwe badan. Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê jin bi awayekî palûteyî dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Îsot, firingî, xiyar û fasûleyên ku ji bazarê stendine ji bo zivistanê hişk dikin.    BI AWAYEKÎ PALÛTEYÎ DIXEBITIN   Li Taxa Şahînê Fadîle Kiliç (41) diyar kir ku her sal van çaxan dest bi haziriyan dikin. Kiliç, bilêv kir ku şeveqê zû radibin û dest bi kar dikin û şûşeyên xwe li kuçikên li ber malê çêkirin dikelînin. Kiliç, diyar kir ku ji bo taştê sosû û ava firingiyan û îsotan jî çêdikin û ew û cîranên xwe vî karî bi awayekî palûteyî dikin. Kiliç, bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got: "Gava em dest bi haziriyên zivistanê dikin, em û jinên taxê em bi awayekî palûteyî dikin. Hin ji me firingiyan hûr dikin, hin ji me fasûleyan dineqînin. Ev kar bêyî alîkariyê zehmet e."    XWEZAYÎ Û HÎJYENÎK   Gûrbet Agiragli anî ziman ku berê dikirin hemû xwezayî ne û zivistanê bi dilekî rihet dixwin. Agiragli, bilêv kir ku ji xeynî şûşeyan bacanên reş, îsot û firingiyan jî hişk dikin û turşiyê jî çêdikin. Agiragli got: "Berên em çêdikin hem xwezayî ne hem jî hîjyenîk in. Em ê van beran zivistanê bixwin."    Agiragli, diyar kir ku vî karî ji mezinên xwe hîn bûne û xwedî paşerojeke dûr û dirêj e û niha ew didomînin. Agiragli, destnîşan kir ku her sal van çaxan bi heman telaşê tevdigerin û bi vî awayî behsa haziriyan kir: "Em firingî, îsotên tûj û şîrîn ji halê dikirin û li malê li makîneyê dixin û paşê didin ber tavê, heya bibe salçe. Her wiha em nava firingî, îsot û bacanên reş jî derdixin, ji bo dolmeyan. Em ji dêya xwe hîn bûn û niha em hînî zarokên xwe dikin."    MA / Esra Solîn Dal