Dosya Hankûlû ji ATK'ê re hat şandin 2021-09-22 14:10:00   ENQERE - Dosya lêpirsînê ya Esra Hankûlû ku kujerê Aleyna Çakir Umîtcan Ûygûn jê girtî tê darizandin, ji bo diyarkirina sedema teqez a mirinê bê diyarkirin ji AKT'ê re hat şandin    Di lêppirsîna Esra Hankûlû ku di 3'ê tebaxê de li mala xwe ya li taxa Akdere ya navçeya Mamakê ya Enqerê bi awayekî biguman mirî hat dîtin de geşedanek pêk hat. Di dosya ku ji aliyê Serdozeriya Komarê ya Enqerê ve têkildarî mirina biguman a Hankûlû tê birêvebirin de rapora ku ji Saziya Tiba Edlî (ATK) dihat xwestin ji dosyayê re hat şandin. Di xwîna Umîtcan Ûygûn, Dîlan C., Fûrkan G. û Hankûlû de hişbirê hat tespîtkirin û ji bo diyarkirina sedema mirinê dosya ji ATK'a Stenbolê re hat şandin.