Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da 2021-09-28 16:01:01   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, jinaka hat angaştkirin dema paqişkirina malê ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da.    Li gundê Ezawir ê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, jina bi navê Nûr Aslan (32) ku hat angaştkirin dema mala xwe paqiş kiriye ceyranê pê girtiye, bi giranî birîndar bûye. Destpêkê Aslan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê û piştre jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Rexmî hemû mudaxaleyên ku lê hatin kirin jî Aslan nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.