Doza Fîgen Ektî hat paşxistin 2021-09-29 14:33:28   AMED - Di rûniştina doza aktivîsta TJA'yê Fîgen Ektî de parêzeran daxwaz kirin ku derbarê Hicran Berna Ayverdi ya îtîrafkar de lêpirsîn bê destpêkirin. Rûniştin ji bo amadekirina mutalayê hat taloqkirin.    Rûniştina 4'emîn a doza aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî ya di çarçoveya xebatên Komeleya Jinan a Rosayê û Tevgera Jinên Azad (TJA) de tê darizandin li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerên Ektî, Gulşen Ozbek û Mehmet Oner li rûniştinê amade bûn. Hicran Berna Ayverdi îtîrafkar jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.    Ektî di destpêkê de parastina xwe kir û got di salên ku şahid (Ayverdî) behs dike de ew nexweş bûye û wê şexseke wiha qet nas nekiriye.    Şahida îtîfkar Ayverdî diyar kir ku ew Fîgen Ektî ji serdema DOKH'ê ve nas dike û îdia kir ku Ektî jinan beşdarî çalakiyan kiriye.     Parêzer Gulşen Ozbek jî daxwaz kir ku derbarê Hicran Berna Ayverdi ya îtîrafkar de lêpirsîn bê destpêkirin.   Şandeya dadgehê ji bo amadekirina mutalayê rûniştina dozê taloqî 8'ê kanûnê kir.