Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn 2021-10-01 17:02:10   WAN - Komîsyona Girtigehan a Baroya Wanê û Şaxa OHD’ê ya Wanê, rapora têkildarî lêdana ji aliyê 20 gardiyanan a jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dimînin, aşkera kir.    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî lêdana ji aliyê 20 gardiyanan a di 23’ê Hezîranê de ya jinên girtî Mizgîn Kayitbey û Lale Kabîşen yên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê dimînin re hevdîtin kirin.    ÎŞKENCE KIRIN   Şandeya piştî bi girtiyan re hevdîtin kirin û rapor amade kir, rapor bi civîna çapemeniyê ya li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê, bi raya giştî re parve kir. Parêzar Mehtap Işik a rapor xwend, diyar kir ku 15-20 personelên zilam bi cop, pêhn û mertalan êrişî jinên girtî kirine. Işik, da zanîn ku personelan bi porê jinan re girtine û ew bi erdê re kaş kirine û bi lêv kir ku di êrişa tund de hema bêje personelan êkûdu birîndar kirine.    JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ     Işik, hevdîtinên xwe yên bi jinên girtî re wiha raghihandin: “Hat diyarkirin ku Mîzgîn Kayitbey di nava xwînê de bi awayekî ji ser hişê xwe çûyî li erdê dirêj kirîbû, li qawişê îşkence berdewam kiriye û du jin bi kaşkirina erdê re birine ber deriyê qawişê. Hat qeydkirin ku personelê zilam, bi cop, pêhn û mertalan êriş berdewam kir û piştî çend saetan Mizgîn Kayitbey a rewşa wê giran bû, rakirin nexweşxaneyê, nêzî 5 saetan li nexweşxaneyê maye û piştî tiliya destê wê dirûne ber êvarî paşve anîne qawişê. Dûre, hat diyar kirin ku Mızgin Kayitbey ne birine nexweşxaneyê, wê bi xwe pansumana kêlên avêtine tiliya wê kirine, ji bo ku daxwaza wan a derketina revîrê bi neyînî encam girt, kêlikên destê xwe bi xwe jê kirine.”   DAHÛRANDINA QEYDÊN KAMERAYAN NEHATINE KIRIN   Işik destnîşan kir ku di hevdîtinên cuda yên bi girtiyan re, axaftin û îdîa hevûdu piştrast dikin û diyar kir ku îfadeyên girtiyan û qeydên nexweşxaneyê bi awayekî şênber eşkere dikin ku êrîş pêk hatiye.   Işik, diyar kir ku şopên kêlên tiliya navîn a destê çepê ya Mizgîn Kayitbey hêj disekinin û wiha axivî: “Daxwaza heyeta me ya ji bo hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê û kopiyek ji qeydên kamerayê bi hincetên keyfî hat redkirin. Li gorî agahiyên ku ji dozgerê girtîgehê û parêzerê Mizgîn Kayitbey hatine girtin, tevî ku sê meh di ser bûyerê re derbas bûye jî dahurandina qeydên kamerayê yên di dosyeya lêpirsînê de nehatiye kirin.”