Li Cindirêsê jinek hat revandin 2021-10-02 15:37:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Cindirisê ya Efrînê jina bi navê Sureya Berekat a 65 salî hat revandin.    Li navçeya Cindirisê ya Efrînê ku ji sala 2018'an ve di bin kontrola Tirkiye û komên girêdayî wê de ye jina bi navê Sureya Berekat a 65 salî hat revandin. Te gotin ku Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) bi hinceta ku danûstandinên wê bi Rêveberiya Xweser re hene wê revandine û birine cihekî ne diyar e.    Li gorî daneyên dawîn ên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, di navbera salên 2018 û 2019'an de 40 jin li Efrînê hatine qetilkirin, 128 jin hatine birîndarkirin, dest dirêjî 60 jinan hatiye kirin û 276 jin hatine revandin. Ji 60 jinên ku dest dirêjî wan hatiye kirin 5'an jê întihar kiriye.    Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê jî li Efrînê 7 hezar û 810 kes hatine revandin, aqûbeta 3 hezar kesan ne diyar e û nêzî 50 kesan jî di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.