Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev 2021-10-02 16:48:40     ANTALYA - Li navçeya Kepezê jinên HDP'î ku hatin gelhev, bal kişandin ser têkoşîna birêistinkirî.    Meclisa Jinan a HDP'ê, li navçeya Kepez a Antalyayê hevdîtina bi jinan re li dar xist. Berdevka Merclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamê Koordînasyona Jinan Bena Çelîk, Endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê Songul Şarkli, Endamên Meclisa Jinan a HDP'a Antalyayê û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Başaran, di hevdîtinê de axaftineke kir û bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta zilam a serwer û got ku divê jin xwe di her qadê de bi rêxistin bikin.    Piştî axaftina Başaran jinan li ber muzîlê govend gerandin.