Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin 2021-10-11 13:42:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Îtîraza ku ji bo berdana Melek Îpek a ji ber îşkence lê kiribû hevjînê xwe Ramazan Îpek kuştibû hat kirin, ji aliyê dadgeha îstinafê ve hat redkirin.    Li navçeya Doşememaltiyê ya Antalyayê, Melek Îpek ji ber ku îşkence lê kiribû hevjînê xwe Ramazan Îpek kuştibû. Ji ber vê doz li Îpek hatibû vekirin û li 3'emîn Dadgeha Ceza Giran a Antalyayê dihat darizandin. Di encama darizandinê de dadgehê Îpek berda. Îtîraza ku ji bo berdana Îpek li 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Antalyayê ve hat redkirin.