Ji berdana girtiya siyasî re dosyaya girtiya edlî bû asteng 2021-10-29 11:33:33   ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Hanim Yildirim û Jiyan Ateş, bi hinceta ku derneketine lîjneyê û Rojdan Erez jî ji ber dosya bi dosya girtiyeke edlî ku ji cinayetê ceza xwariye re hat tevlîhevkirin berdana wan hat astengkirin.   Hanim Yildirim, Jiyan Ateş û Rojdan Erez ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ne, li gel ku cezayê li wan re hatiye birîn xelas bûye jî ji ber biryara “Lijneya Çavderiyê ya Girtîgehê” nayên berdan. Ateş û Yildirim ên bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” girtî ne, bi hinceta derneketine “Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya Girtîgehê” û Erez ku ji “endamtiya rêxistinê” girtî ye jî ji ber ku dosya wê bi dosya girtiyeke edlî re hatiye tevlîhevkirin, nayên berdan. Erez, bi angaşta ku “hevjînê xwe kuştiye” û “ji xizmên kesê ku kuştiye re dibe gef ” berdana wê tê astengkirin.     HELWESTÊ KIR HINCETA NEBERDANÊ   Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, ji bo Yildirim ku divê di 25 'ê Mijdarê bi şertê kontrola edlî bê berdan, daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya hincet nîşan da û berdana wê asteng kir. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta ku rewşa baş tune ye daxwaz kiribû ku Yildirim bi şertê kontrola edlî neyê berdan. Ji bilî vê lîjneyê ji bo astengkirina berdana Yildirim helwest û nêzikbûnên wê yen girtîgehê jî hincet nîşan da û angaşt kir ku Yildirim helwest û nêzikbûnên rêxistinî nîşan daye.    'TEVLÎ HEVDÎTINÊN TAKESÎ NEBÛYE'   Di berdewama biryarê de tê destnîşankirin ku lijneyê ji bo berdana wê ya bi şertê kontrola edlî û agahî dayîna ji bo forma nirxandina çavdêriyê xwestiye ku bi Yildirim re hevdîtineke takekesî bike lê Yildirim hevdîtinê qebûl nekiriye û derbarê wê de tu nirxandin nehatiye kirin û ev tişt hatiye gotin: "Dema girtina xwe de gelek caran derbarê wê de girtek hatine girtin û lêpirsînên dîsîplînê lê hatine vekirin. Rexmî ku cezayên dîsîplînê xwariye jî tu erênîbûn pê re çênebûne. Ji ber ku tevlî hevdîtinên takekesî nebûye derbarê plan û motîvasyona wê ya piştî berdana wê de tu nirxandin nehatiye kirin."   Lijneyê, di biryara xwe de ji bo Yildirim gotiye ku ne guncav e bê berdan, daxxwaza Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hatiye qebûlkirin û biryar hatiye dayîn ku piştî 6 mehan careke din derbarê wê de nirxandin bê kirin.    GIRTÎGEHÊ AGAHÎ NEDA    Berdana Jiyan Ateş jî bi heman hêcetan hatiye dirêjkirin. Xwişka Ateş, Pinar Ateş a ji bo ku têkildarî biryara lijneyê li rayedarên girtîgehê geriyaye, diyar kir ku rayedaran tu agahî nedane wan û wiha got: “Xwişka min ewil got ji ber stranên kurdî gotine û govend gerandine derbarê wan de lêpirsîn dane destpêkirin û cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn. Em sedemê wê nizanin lê berdana wê 6 mehan hatiye taloqkirin.”   DOSYAYA GIRTIYEKE DIN WEKE HÊCET HAT NÎŞANDAN   Rojdan Erez a beriya 6 salan hatibû girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza lê hatibû birîn û 5 sal û 8 meh in di girtîgehê de ye jî ligel cezayê wê xelas bûye jî ji aliyê rayedarên girtîgehê ve nayê berdan. Di biryara bihêcet a ji bo Erez hatiye amadekirin de sûcê girtiyeke edlî yên “bi zanebûn hevjînê xwe kuştiye" , "xesp” û “ji xizmên kesê ku kuştiye re dibe gef” weke hêcet hatiye nîşandan.    ‘NIKARE DI HUNDIR DE WERIN GIRTIN’   Dayika Erez Nusbet Erez, bertek nîşanî biryarê da jî wiha got: “Bi rojan beriya berdana wê, me li girtîgehê geriya û hewl da agahiyê bigirin. Lê belê bi hinceta ‘Em ê ji we re ragihînin, dosyaya wê hêj nehatiye, di demeke nêz de li me bigerin’ bi rojan em mijûl kirin. Dema ku cezayê wan biqede, mafê wan tune ye ku li wir kesî bigirin. Em jî ji ber ku dê Rojdan were berdan çûn li pêş girtîgehê heta êvarî em li wir bûn. Piştî mesaiye saet di 17.00’an de tebligat ji keça min re şandine. Dema em geriyan jî gotin hêj tiştek nediyar e sibê bigerin.”   ROJA KU WERE BERDAN BIRYAR DAN   Erez, diyar kir ku bi axaftina bi telefonê ya bi keça xwe re sedema neberdana wê hîn bûne û wiha axivî: “Roja ku da were berdan kaxizek xistine destê wê û hêceta jineke ku hevjînê xwe kuştiye û 10 sal in di hundir de ye dane Rojdanê. Rojdan ji me re got ‘Ez bi hêceta keseke din têm girtin. Hêceta jineke edlî ji min re hat. Min jî tiştek fêm nekir lê berdana min 6 mehan taloq kirin.’ Ligel ku cezayê keça min xelasbûye jî bi rojane tê girtin. Em ê îtîrazî biryarê bikin.”