Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi jinên KHK'yî re hat gelhev 2021-10-31 17:47:20   ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê, berî pêşniyaznameya ew ê pêşniyazî Komîsyona Budçeyê ya Meclîsê bike bi jinên bi rêya KHK'ê ji kar hatine avêtin re hat gelhev.      Meclîsa Jinê ya HDP'ê, di çarçoveya kampanya "Ji Xizaniya Jinê re Na" bi bernameyekê bi jinên bi rêya KHK'ê ji kar hatine avêtin re hat gelhev. Ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Îzmîrê Besriye Tekgur, Berdevka Meclisa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan beşdarî bernameyê bûn. Besriye Tekgur, da zanîn wan di çarçoveya kampanyaya dane destpêkirin de li gelek bajaran xebat dane meşandin.    Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran mafê axaftinê girt û bal kişand ser daneya îxraçkirina jinê û got ku Komîsyona OHAL'ê peywira xwe bi cih neanî û tevî 5 sal derbas bûne hîn dosyayên di komisyonê de tên sekinandin hene.Her wiha Başaran, bal kişand ser budçeyê jî û got ku divê êrişa li dijî rêxistinbûyinê tê kirin bi rêxistinbûyinê bersiva xwe bigire.