‘Arîn Mîrkan Kobanê bi dinyayê da nasîn' 2021-11-01 09:01:14 KOBANÊ - Helîme Osman ku li Kobanê di eniyên şer de li dijî DAIŞ'ê şer kir û îro jî li dijî tundiya li ser jinê têdikoşe, diyar kir ku Tirkiye û DAIŞ ji "nasnameya berxwedêr a jinê" ku bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin ditirsin.  Kobanê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê mîrateyeke mezin a berxwedanê ji cîhanê re hişt, xwe amade dike ku salvegera 7' emîn a 1 'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz bike. Yekane bajarê Sûriyeyê ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de êrîş kiriyê lê nikaribûye dagir bike Kobanê ye. Bi vî rihê xwe yê têkoşer ji cîhanê re bû mînak. Kobanê xeteke nû di dîroka berxwedanê de xêz kir û DAIŞ têk bir. Her wiha bi gelên cîhanê re xeteke eniya enternasyonalîst ava kir. Piştî ku êrişên DAIŞ'ê hatin şikandin û şer bi serkeftinê bi dawî bû 1' ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Di vê pêvajoya ku li dijî Kobanê êrişên Tirkiyeyê pêk tên de wê Roja Kobanê ya Cîhanê bê pÎrozkirin. Helîme Osman ku ji êrîşên dagirkeriyê yên DAŞ'ê ve bajarê xwe neterikandiye, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala salên berxwedanê û pêvajoya ku rê li ber 1'ê Mijdarê vekir kir.   ŞERÊ KOBANÊ   DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de piştî ku li Iraqê Mûsilê û li Sûriyeyê jî Reqayê dagir kir, berê xwe da Kobanê. DAIŞ'ê ji xeta rojhilat, rojava û başûr ve êrîşî Kobanê kir û li bajarê ku difikirî dikare bi hêsanî dagir bike, rastî berxwedaneke dîrokî hat. Berxwedana bi pêşengiya YPG/YPJ'ê bi lez û bez li cîhanê deng veda, Ev bû pêvajoya destpêkirina têkçûna DAIŞ'ê. Xeta berxwedanê gelan ber bi berxwedana Kobanê ve bir, di heman demê de dengê berxwedanê pêl bi pêl belav bû. Ji ber ku di pêvajoya têkbirina DAIŞ'ê de li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû ava bûn, berxwedana Kobanê temenê xeta rêya sêyemîn a li Sûriyeyê hatiye avakirin îsbat kir.   GAV BI GAV BERXWEDAN   Di wê demê şervanên YPG/YPJ'ê û di serî de jin ji gel jî  gelek kesan cihê xwe di xeta berxwedanê de girtin. Yek ji wan jinan Helîme Osman bû ku berxwedanê bi gotina "Em li vê xakê ji dayik bûne, em ê li vê xakê bimirin" kurteber kir. Osman ji bo Komuna Jinê ya Sara ku niha li bajêr e dixebite. Li wir li dijî tundiya li ser jinê dixebite. Osman ku bi şoreşa 19 'ê Tîrmehê re di nava hêzên polîsan ên li bajêr hatin avakirin de cih girt, anî ziman ku piştî avakirina hêzên parastinê wan dest bi avakirina qada civakî kirine. Osman, diyar kir ku yek ji wan "Mala Jin" bû û anî ziman ku piştî şoreşê wan kanton îlan kirine û hemû stûnên xwe yên civakî ava kirine. Osman, da zanîn ku heta sala 2014'an ew bi vî rengî hatine, piştre êrişên li dijî şoreşê zêde bûne û destnîşan kir ku êrîşên destpêkê El Nûsra li dijî Girê Spî û Cerablûsê pêk aniye. Osman, diyar kir ku êrîş zêde dibin û bi lêv kir ku di wê demê de DAIŞ'ê piştî ku Mûsil û Reqqa yê xist bin kontrola xwe û xwe amade dikir ku berê xwe bide Kobanê    Osman, got ku divê êrîşên DAŞ'ê yên ji Iraq û Sûriyeyê heta Kobanê ji rêzê neyên dîtin û Di serî de Tirkiye û Amerîka bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di êrîşên DAIŞ'ê de.    TÊKÇÛNA DAEŞ   Osman, destnîşan kir ku ji 3 milan ve êrişên bêhempa li dijî Kobanê hatine kirin û wiha got: "Li dijî vê gelê Kobanê bi YPG/YPJ'ê re derbasî berxwedanê bûn. Li dijî êrîşan ewqas bersiv dihatin dayîn. Li aliyê din Tayyîp Erdogan hat nêzî sînor û got, 'Kobanê ket'. Lê Kobanê bi felsefe û ramanên Rêber Apo li ber xwe da û winda nekir. DAIŞ'ê ev nekir. Bêguman ev berxwedanê bi tenê ji ber tiştên li vir qewimîn bi ser neket. Çalakiyên gelê Bakur ku bi şev û roj li ser sînor eniyekê ava dikirin, nayê jibîrkirin. Ji bo Kobanê xeta sînor ji wan re bû. Berxwedaneke bi vî rengî Kobanê bi cîhanê da naskirin. Di encamê de DAIŞ li Kobanê hat şikandin."    Derbarê çêkên hatin bikaranîn de jî Osman, bi lêv kir ku berxwedana dîrokî bi keleşên ku çekên ferdî ne bi ser ketiye û ev tişt anîn ziman: "Çeka meya herî giran doçka bû. Wan jî hemû çekên giran ji Mûsilê û Reqqayê kom kiribûn û hatibûn. Gelê Kobanê yê xwedî wijdan ku tu carî bajarê xwe neterikand, li pişt şervanan bû. Li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe dan. Şervanan moral ji vî gelî girtin û şer kirin. Serketin bi gel re tê. Eger gel li cem hêzên parastina xwe dikin bisekine, wê Kobanê bi tû awayî têk neçe. Ev ji bo roja me ya îro derbas dibe. Ji sala 2012'an heta 2021'an Kobanê di bin êrîşên domdar de ye."   GAVA HERÎ MEZIN JINAN PÊK ANÎN   Osman, bal kişand rola jinan a di berxwedanê de û axaftina xwe wiha doman: "Di şer de şikestina herî mezin jinan pêk anîn. Berxwedana bi pêşengiya YPJ'ê tirs berda dilê DAIŞ'ê. Bi gazincên xwe di nava şerekî de bûn. Îro DAIŞ û Tirkiye ji jina kurd ditirse. Berxwedana wê ya dîrokî dîtin. Ji ber ku jina kurd li hemberî wan stûyê xwe xwar nake. Lewre girêdayîbûna bi axa xwe, welatê xwe û fikrên Rêber Apo ku jinan azad dike heye. Vê ramanê nasnameya jinê ya berxwedanê afirand. Jina xwedî ziman, çand, ax, welat û raman bi van fikran li dijî dagirkeran disekine."   SERKEFTIN Û 1'Ê MIJDARÊ   Di berdewamê de Osman, got ku berxwedana dîrokî ruhê yekîtiyê yê kurdan li her çar parçeyan afirand û destûr da ku hemû gelên cîhanê berê xwe bidin Kobanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber vê xwîna herkesî li Kobanê li hev ket. Ev jî bi berxwedanê şênber bû. Gelan û berxwedêran 1'ê Mijdarê anîn . Cîhanê bi vî rengî Kobanê nas kir. Navê wê bi berxwedanê derket holê. Em niha dîsa di bin êrîşan de ne. Dijmin gelê Kobanê dike hedef. Dewleta Tirk êrişî me dike. Hewl dide mafên me ji destê me bigire. Divê Kobanê ji sala 2014'an bêtir li welat û axê bê pêçandin. Tevî ku her roj zarokên me dikujin jî bi hezaran mirov hene ku wê cihê xwe bigirin. Tu nikarî Kobanê tune bikî, tu nikarî me tune bikî. Bila Tirkiye nefikire ku wê Kobanê bigire, em ê li vir bisekinin heta ku zarokek, yek kal û pîr hebe. Û em ê berdêla vê axê bidin. Em li ser vê axê ji dayik bûn û em ê li ser vê axê bimirin."   ARÎN MÎRKAN    Osman, da xuyakirin ku di serî de Amerîka hêzên navneteweyî piştî ku dîtin DAIŞ şikestiye hatin Kobanê û xwestin bibin hevparê serketinê û destnîşan kir ku ev hêz durûtiyê dikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di wê berxwedana dîrokî de ez jî 25 rojan di eniyan de mam. Ma gelo Amerîka nedît ku DAIŞ hatiye Kaniya Kurda? Dema Kobanê bi hêza xwe bi ser ket, xwestin bên û bibin şirîk. Hewl dan serketina ku di encama berxwedana şervanan de bi dest xist, bidizin. Lê berxwedan bû ya me. Yê ku li ber xwe da û Kobanê bi cîhanê da naskirin YPJ û YPG bûn. Arîn Mîrkan bû, canê xwe feda kir. Îro bi saya Arîn Mîrkanan em hatin van rojan. Îro li ser maseyê tên cem hev û dibêjin, 'Me Kobanê rizgar kir, me DAIŞ têk bir'. Rastiyê berovajî dikin. Wê demê çima ji seranserê cîhanê tevlîbûn ne ji bo Amerîka û hêzen din tene ji bo YPG û YPJ'ê de çêdibû? Ev li ber çavê herkesî bû."   MA / Nazim Daştan