Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt 2021-11-05 11:16:22   KIRKLARELÎ - Li navçeya Luleburgazê zilamê bi navê Selçûk G, jina bi navê  Îlknûr Gokay Tuncel kuşt.    Li taxa Gundogdû ya navçeya Luleburgazê ya Kirklareliyê, xebatkara Şaredariya Luleburgazê Îlknûr Gokay Tuncel (42) dema ku diçû mala xwe ji aliyê zilamê bi navê Selçûk G. (44) ve hat şopandin. Dema ku Tûncel ferq kir xwe avêtin avahiyekê û ji aliyê Selçûk G. ve hat kêrkirin. Piştre Selçûk G. xwe jî kêr kir û birîndar kir.    Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û Tûncel rakirin Nexweşxaneyê. Tûncel, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Kujer Selçûk G. jî sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê hat kirin.