JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin 2021-11-05 11:28:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteya tundiya li ser jinan a JINNEWS'ê, di meha cotmehê de 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî daneyên ku her meh JINNEWS ji nûçeyan digire, di meha cotmehê de herî kêm 23 jin hatine kuştin û 14 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Failên jinan "xizmê" wan in. Herî zêde jin li Stenbol û Îzmîrê hatine kuştin. Li mal, kuçeyê, li kargehên ku lê dixebitin tundî li jinan tê kirin û dest direjî wan tê kirin.    Li gorî daneyên vê mehê destdirêjî 5 zarokan hatiye kirin û 3 zarok jî hatine kuştin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji des daye.