Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin 2021-11-07 17:10:42   RIHA - TJA'yê û OHD'ê li Rihayê panelek li ser "Têkoşîna Sûcên Zayendî li dar xist.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li Rihayê di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê de panela bi navê "Têkoşîna Sûcên Zayendî" li dar xistin. Panel li avahiya Baroya Rihayê pêk hat. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û gelek jin beşdarî panelê bûn. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol wek axivêr beşdarî panelê bûn. Herdu axivêran di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya bêcezakirina tundiyê û zayendiyê û hat destnîşankirin ku ji ber dewletê sûcdarên tundiyê û zayendiyê nayên cezakirin û ev polîtîka serwer e.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.