Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê 2021-11-11 09:16:50 AMED - Berdevka DAKP'ê Çagla Îzcî, diyar kir ku dê bi çalakiyên xwe yên bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinê ye", pêşî li ber polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin bigirin.  Jin dê di çarçorveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tahdeyê ya Li Hemberî Jinan de dakevin kuçeyan. Li Amedê dê Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKP) jî di vê çarçoveyê de hin çalakiyan li dar bixe. DAKP, dê di çarçoveya bernameya 25'ê Mijdarê de ji bo piştevaniyê kartan ji girtiyan re bişîne û dê li kuçeyan li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê xebateke stickerê bike. Dê di çarçoveya Hefteya Windayan de li aqûbeta jinên hatine windakirin bipirse. Ji bo balê bikişîne ser tahde û îşkenceya li girtîgehan, dê li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê daxuyaniyekê bide. Her wiha Tora Tahdeyê dê bi pêşengiya DAKP'ê rapora tahdeyê ya salan e ku her sal amade dike aşkere bike û piştî aşkerekirina raporê dê meşeke bimeşale li dar bixe.    Berdevka DAKP'ê û Rêvebira Odeya Bijîşkan a Amedê Çagla Îzcî, derbarê naveroka bernameyê de axivî û diyar kir ku dirûşmeya îsal "Dem dema têkoşîna azadiya jinê ye" ye. Îzcî, bilêv kir ku dê ruhê berxwedanê yê 25'ê Mijdarê li hemû navçe û taxan bidin der û dê polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê teşhîr bikin û li ber wan rabin.    ROJA BERXWEDANÊ   Îzcî, desnîşan kir ku 25'ê Mijdarê piştî qetilkirina xwişkên Mîrabel hatiye îlankirin û ji bo wan jinan roja berxwedanê ye û got: "25'ê Mijdarê ne roja şînê, roja berxwedanê ye."    PEYMANA STENBOLÊ   Îzcî, bal kişand ser fesixkirina Peymana Stenbolê û got: "Em behsa tiştekî pir bingehîn a gerdûnî dikin. Em dixwazin bijîn û bidin jiyankirin, lê ev bi xwe jî tê krîmînalîzekirin. Lewma divê em li dijî van hewldanên krîmînalîzekirin li qadan bin. Ji lew re em hê jî li ser asasên dirûşmeya 'Peymana Stenbolê ya me ye" ne. Di dema zext û zoriyên 2015'an û di dema Covîd-19'ê de jî yên ku daketin kuçeyan jin bûn. Jin tenê ne ji bo zextên li dijî jinan, ji bo hemû pirsgirêkên pergalî û civakî refleks nîşan dan. Belkî jî ji ber vê ew qasî bi êrişan re rû bi rû dimînin."    25'Ê MIJDARÊ    Îzcî, bibîr xist ku dirûşmeya wan a 25'ê Mijdara îsal "Dem dema têkoşîna azadiyê ya jinê ye" ye û ji bo bernameya 25'ê Mijdarê ev tit gotin: "Em ê di 17'ê Mijdarê de bi şandina kartan, ên ji bi jinên girtî dest bi çalakiyên xwe bikin. Li herêmê polîtîkayên şerê taybet ên pergalê hene. Yek ji vana jî cezakirina aktivîstên jin, girtina wan e. Em jî ji bo ku bal bikişînin ser van zextan, me xwest em bi vê dest pê bikin. Piştî vê dê xebatên çandî, gera bi duçerxeyan, belavkirina broşuran bên kirin. Em ê rû bi rû bi jinan re biaxivin û pênaseya 'tahdeyê' ji bo wan bilêv bikin. Herî dawî jî em ê êvarî meşeke bimeşale li dar bixin. Ji bo çalakiyên me tenê hin cihan diyar dikin, lê em jin dixwazin li Ofîs û Rezanê bimeşin ku li van deran bedena jinê wekî amûreke bazirganiyê tê bikaranîn. Em dxwazin pêşî li ber vê çerxê bigirin. Em dixwazin ruhê 25'ê Mijdarê li hemû navçe û taxan bidin der."   POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   Îzcî, destnîşan kir ku di demên dawî de li Amedê îstismarkirina zarokan, tiryak û fuhûş pir zêde bûne û got: "Em van tiştan di çaçroveya polîtîkayên şerê taybet de dinirxnin. Bi taybetî di sê salên dawî de li herêmê bi awayekî eşkere bedena jinê tê bazarkirin. Ev yek bi çetevaniyê tê berbelavkirin û rewakirin. Em ê bersiva van taktîk û rêbazên pergalê bidin. Ji bo vê jî em ê li her navçe û taxê pêwendiyê bi jinan re deynin."   DEM DEMA AZADIYA JINÊ YE   Îzcî, destnîşan kir ku dê ji 25'ê Mijdarê heya 8'ê Adarê bênavber btêkoşin û got: "Em ê li dijî komkujiyên jinan, revandina jinan, polîtîkayên şerê taybet, îstismarkirina zarokan, tiryakê, çetevaniyê û bazarkirina jinê dengê xwe bilind bikin. Em ê wekî her carê bi zimanê xwe û rengê xwe xaka xwe biparêzin. Em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan. Dem dema azadiya jinê ye."